3 partiyên din ruxset wergirtin

Piştî ku Rêveberiya Xweser dema ruxsetkirina partiyên siyasî dirêj kir, 3 partiyên din rûxsetên xwe wergirtin.

3 partiyên din ruxset wergirtin
26 nîsan 2024   03:10
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20’ê Gulana 2018’an qanûna partiyên siyasî derxistibû diyar kiribû ku divê hemû partiyên siyasî li gorî yasayên herêmê rûxsetên xwe bigirin. 

Li gorî qeydên fermî, heta Adara 2024’an 40 partî û rêxistinan rûxset girtin.

Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryar girt ku dê 30’ê Gulana 2024’an hilbijartinên şaredariyan werin pêkanîn, Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweser jî 7’ê Adara 2024’an ji bo partiyên ku ruxset negirtina heta 1’ê Nîsana 2024’an dem da ku qeydên xwe çêbikin. Lê komîteyê di meha Nîsanê de ev dem dirêj kir. 

Piştî dirêjkirina demê, 3 partiyên din jî serlêdan kir û ruxset wergirtin. Hevserokê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb diyar kir ku wan daxwaza ruxsetdayînê ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Çeksaziyê ya Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê qebûl kiriye.

Hikmet Hebîb got hin partî û hêzên siyasî yên derveyî herêmên Rêveberiya Xweser daxwaznameya ruxsetgirtinê ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kiriye da ku navendên xwe li herêmê vekin.

Hikmet Hebîb da zanîn ku nêzî 30 partiyan daxwazên ruxsetgirtinê pêşkêş nekirine û got: "Beşek ji partiyan kar nakin. Beşeke din destûra xebatê wergirtiye û soz dabûn ku dê di dema bê de daxwaza ruxsetgirtinê pêşkêş bikin. Derfet li pêşiya van partiyan heye ku ruxset bigirin."

(bb)

ANHA