5 sal derbas bûn, nîşaneyên xetereya DAIŞ`ê didomin

 5 sal beriya niha çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngariyê de ji aliyê QSD’ê ve hatin qedandin. Lê di du salên dawîn de êrişên wan ên li ser Sûriyeyê zêdetir bûn. Ev dide nîşandan ku xetereya DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye.

5 sal derbas bûn, nîşaneyên xetereya DAIŞ`ê didomin
23 adar 2024   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23`yê Adara 2019`an xewna çeteyên DAIŞ`ê a “avakirina xîlafetê” li bajarokê Baxozê tune kir. 

Piştî ku DAIŞ`ê li ser erdê bi bin ket bermahiyên wê xwe veşartin û dest bi stratejiyeke nû bi navê "gurên bi tenê" û şerê lêxistin û xweveşartinê di 5 salên dawîn de meşand. Di encamê de komkujî û sûcên xwîndar çêbûn. Nemaze ku hîna ezmûna wê ya leşkerî heye û endamên wê pirspor in û xwe li herêmên çolistana Sûriyeyê veşartine. Li gorî fermandarên QSD`ê hejmara wan nêzî 10 hezar çete ne.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaayê di 20`ê Çileya 2022`yan, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve ku şaneyên xwe yên veşartî bi kar anîn ji bo ku çeteyên di girtîgehên QSD`ê de birevînin, ji 2019`an ve êrişa herî berfireh e.

Di girtîgeha Sînayê de çeteyên tundraw ên ji 50 welatan hene. Dema êrişa li ser girtîgehê, tevlihevî û îsiyan çêbû, deriyên hucreyan hatin şikandin, ji ber wê gelek çete ji girtîgehê revahiyan û ketin taxên dora girtîgehê. Lê belê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez girtîgeh kontrol kir û kesên xwe di wan taxan de veşartibûn, tune kir.

DAIŞ`ê dixwest bi wê plane Hesekê kontrol bike û bigihêje kampa Holê ku bi hezaran malbatên DAIŞ`ê tê de ne. Dûre biçe Reqayê ku berê navenda wan a sereke bû. Lê bi rastî bi saya destwerdana lezgîn a QSD`ê û dorpêçkirina cihê şer, ew plan negihişt serî.

Îro, navendên girtina çeteyên DAIŞ`ê, ji bo DAIŞ`ê zemîneke guncew e nemaze ku hîna çarenûsa vê dosyayê ne diyar e û gelek dewlet jî naxwazin hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de vegerînin.

Xetereya Kampa Hol ji ya wan girtîgehan ne kêmtir e em dikarin wek "bombeyeke demkî" bi nav bikin. Ji ber ku li seranserî cîhanê kampa herî xetere ye ji berk u hevjînên çeteyên DAIŞ`ê yên bi wê zihniyetê ve girêdayî ne, nifşekî nû ku ji berê tundtir û tundrawtir mezin dikin.

Sala 2023`yan li Sûriyeyê ya herî xwîndar bû. Ji ber ku tevgera çeteyên DAIŞ`ê zêde bû ku tirs û tevlihevî belav kir. Çeteyan 336 êriş pêk anîn. Jê 165 li herêmên Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Yên din li herêmên din ên Sûriyeyê kirine. Di encamê de 700 kes hatin kuştin di nav de sivîl û hêzên leşkerî hene. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ew bûyer, bi çekên curbicur hatine kirin çi bi rêya dabenceyên bêdeng an jî kêr an jî mayîn û bombe.

Ji destpêka 2024`an ve, çeteyên DAIŞ`ê bi dehan êriş li çolistana Sûriyeyê ya di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de pêk anîne. Dema di navbera 15`ê Sibatê heta 16`ê Adarê de, di encama şer, êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 80 kes hatin kuştin di nav de jin, zarok û leşker hene.

Her wiha çeteyan vê dawiyê tevgera xwe li Hesekê zêde kiriye ku gelek caran şervanên QSD`ê kirine hedef.

Piştî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ku di encamê de binesaziya herêmê wêran bû, her wiha planên hikumeta Şamê li Dêrazorê, derfet da çeteyên DAIŞ`ê ku êrişên ji ber bi cesaretir pêk bînin.

QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ku bermahiyên DAIŞ`ê tune bikin, hewldanên xwe sala 2023`yan û îsal jî berdewam dikin.

QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê 73 operasyon li dar xistin, di nav de 3 operasyonên berfireh wek Birûska Cizîrê, Tolhildana Şehîdên Reqayê, Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê li dar xist. Di wan operasyonan de 352 çete û hevkarên wan girtin. Di nav wan de 6 mîr û serçeteyên DAIŞ`ê hene.

QSD`ê di wan operasyonan de 12 çete tune kirin di nav de 4 serçeteyên xetere hene. Her wiha QSD`ê di kampa Holê de serçeteyê bi navê Ebû Ubeyde El Iraqê jî tune kir.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê û îstixbaratiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, destpêka vê salê, şaneyên DAIŞ`ê planeke mezin danîbûn ji bo ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ji derve û hundir êriş kampa Holê bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kontrolkirina aramiya di kampa Holê de 27`ê Çileya 2024`an qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" dest pê kir.

Di wê operasyonê de emîr û berpirsê bûyerên kuştinê di nava kampê de çeteyê bi navê Mehmûd El Lehîbî ku bi navê Ebû Sufyan tê naskirin kuşt. Ebû Sufyan berpirsê zêdetirî 80 bûyerên kuştinê çi li hundirê kampê yan jî derveyî wê bû. Ji Iraqê ye û têkiliyên wî bi Ebû Ubeyda El Iraqî re hebûn ku ew jî di operasyoneke hevbeş de ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê 27`ê Kanûna 2023`yan li kampa Holê hatiye kuştin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn di Sibata borî de di operasyoneke ewlehiyê ya berfireh de ku li Hesekê û heta navçeya Şedadê li dar xistiye, 13 çeteyên DAIŞ`ê girtin ku plan dikir êrişan li dar bixin ji bo ku ewlehiya herêmê têk bibin.

(şx)

ANHA