Li dijî qada gazê ya Kormorê ya li Başûr êriş

Li dijî qada gazê ya Kormor ya li sînorê navçeya Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê êriş hat kirin. CPT’yê ya Amerîkayê ragihand ku di êrişê de 3 karkerên biyanî birîndar bûne.

 Li dijî  qada gazê ya Kormorê ya li Başûr êriş
26 nîsan, 2024   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Qaymiqamê navçeya Çemçemal ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê Remek Remezan ji Rojnewsê re ragihand ku kêmek beriya niha li dijî qada gazê ya Kormor ya li sînorê navçeya Çemçemal hate kirin.

Li gorî Rojnewsê ku  agahiyên ji çavkaniyên herêmî girtine, êriş bi rêya balafira bêmirov hatiye kirin û li qada gazê ya Kormorê rewşa awarte hate ragihandin.

Hate zanîn hemû karmend û karkerên li nav qada gazê ji bo cihekê ewle hatin veguhestin.

Der barê êrişê de Rêxistina CPT’yê ya Amerîkî ragihand ku êriş bi rêya balafireke bêmirov hatiye pêkanîn, her wiha eşkere kir ku cihê ku îro hatiye hedefgirtin, heman cihê ku di 25’ê Çileya 2024’an de hatibû bombebarankirine ku depoya gaza şil ya xwezayî ya NLG ye. CPT’yê da zanîn ku di bombebarana hatiye pêkanîn de depoya gazê vala bû.

CPT’yê derbarê ziyanên canî yên bombebaranê de jî diyar kir ku di encama êrişê de sê karkerên biyanî birîndar bûne.