Niyaz Hamîd: Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 26 peyman hatine îmzekirin lê bawer nake ku piraniya wan pêk were. Niyaz Hamîd got, Tirkiye tişta ku dixwest tam bidest nexistiye.

Niyaz Hamîd: Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye
25 nîsan 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Çavdarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd der barê hevdîtinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku 22’ê Nîsanê  pêk hatibû de ji ANHA`yê rê axivî.

`ERDOGAN JI IRAQÊ DEST VALA DERKET`

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku ji bo çûyîna Erdogan a Bexdayê ji aliyê dewleta Tirk ve propagandayek mezin hate meşand da ku Iraqê bikşînin gel xwe. Hamîd bal kişand ser armancên dewleta Tirk ji vê hevdîtinê û got: “Armanca dewleta Tirk a sereke ew bû ku hikûmeta Iraqê PKK’ê wekî `terorîst` nas bike, duyem wê beşdarî şerê dijî PKK’ê bike û ya sêyem jî peywediyên aborî pêş bixînin ku di hundirê Tirkiyeyê de krîzeke aborî heye. Bi vê re dixwest krîza hundirîn çareser bike. Bi taybetî jî bi rêya petrolê dixwest vê pêk bîne. Di her du xalên destpêkê de mirov nikare bibeje tam gihîştiye hedefa xwe. Dibe ku Iraq di aliyê îstixbaratî de hin peywendî çêkiribe lê di aliyê şerê rûbirû dijî PKK’ê de destek nade Tirkiyeyê. Tirkiyeyê dîsa bi tenê ma û dest vala derket. Dibe ku hinek gotin hatibin kirin lê tenê di gotinan de ma ye. Di aliyê petrolê de jî hin axaftin hatin kirin lê pratîka wê ne diyar e. Destkeftî bi dest nexistine.”

`BAWERNAKIM PEYMAN PRATÎKÎ BIBE`

Hamîd derbarê peymanên di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hatine îmzekirin de diyar kirku ev ne nû ne û got: “Peymanên hatine îmzekirin beşek ji wan ser ava Diclê-Firatê, niftê û şîrketên Tirkiyeyê yên li Iraqê kar dikin e. Ev peyman hatine îmzekirin lê ez bawernakim pratîk bibe. Ji berk u di sala 2011`an de jî heman peyman hatibûn çêkirin lê pêk nehatin. Dibe ku kêmek ji wan peymanên aborî pêk werin lê ez bawernakim hemû awayekî mezin bi giştî pêk were.”

`ARTÊŞA IRAQÊ WÊ ŞERÊ GERÎLA NEKE`

Niyaz Hamîd anî ziman ku artêşa Iraqê tevlî şer nabe ku bi xwe jî lawaz e û nikarê dijî gerîla şer bike û got: “Herkes û Iraq bi xwe jî dizanin ku gerîla ji bo parastina herêma Kerkûk, Mexmûr, Celawle û Şengal têkoşîn meşandiye, parastin kiriye û şehîd dane. Ji ber vê yekê Iraq bi xwe jî dizane şerê li dijî gerîla zehmet e. Em li gel çend rewşenbîr û çavderiyê siyasî axivîn ew jî di heman fikrê de ne ku atêşa Iraqê nikare şerê gerîla bike, artêşên NATO nikarin şerê gerîla bikin, çima artêşeke wekî Iraqê lawaz şerê wan bike. Lewma hikûmeta Iraqê tevlî vî şerî nabe ku vê rastiyê dizane. Hikûmeta Iraqê jî dizane ku dewleta Tirk ji Helebê heya Xaneqîn li gel Musil û Kerkûkê her roj êrişan dike û dixwaze vê herêmê têxe nav sînorên Misaqî Millî. Ji xwe niha gelek cihên Iraqê barergehên Tirkiyeyê heye. Ger hikûmeta Iraqê dijî gerîla şer bike du rê hene; yan cih û noqteyan bide artêşa Tirk yan jî wê li dijî gerîla şer bike ev jî tê wateya ku miletekî digihêje mîlyonan û hêzeke wekî PKK’ê jî ku di Rojhilata Navîn de bihêza bike dijberê xwe. PKK’ê li Iraqê û Rojava di têkbirian DAIŞ’ê de rolek girîng liyîstiye. Ger ev têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ nebûye wê metirsiya DAIŞ’ê li ser Bexdayê zêdetir bûba. Ji ber wê bawer nakin Iraq vî şerî bike. PKK’ê gelê Iraqê jî ji DAIŞ`ê parastiye, pêdiviya wê tine ye ku destek bide deweta Tirk.”

 `PKK’Ê DI PÊVAJOYA HERÎ BI HÊZ DE YE`

“Gerîla di pêvajoyek gelekî bi hêz de ye, PKK’ê di rewşeke wiha de ku çek daneyne ” bi van gotinan Niyaz Hamîd diyar kir ku Iraq jî dizane ku PKK’ê hêzeke siyasî û dîplomatîk e ku tenê partiyek nîn e, hêzeke navneteweyî ye û got: “Li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelan Rêber Apo xwedî bîrdozî û projeya Konfederalîzma Demokratîk e. Iraq li hemberî vê projeya ewqasî mezin wekî netewdewletekî hêzeke biçûk e. Ji ber vê nikare şerê PKK’ê bike. Wekî berê jî me got dewleta Tirk dixwaze Iraqê dagir bike. Lewma em dizanin ku ne artêşa Iraqê, ne peşmergeyên PDK`ê û ne jî hêzên Zerevanî nikarin şerê gerîla bikin. PKK’ê parastina xaka Kurdistanê dike û dixwaze projeya Misaqî Millî asteng bike.” 

`SERDANA ERDOGAN IRAQIYAN PIR ACIZKIRIYE`

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd destnîşan kir ku serdana Erdogan ji bo Hewlerê Iraqiyan pir aciz kiriye û got: “Piranî rewşenbîr rexne li hikûmeta Iraqê dikin ku çima destûr daye ku Erdogan here bi Tirkmen û malbata Barzaniyan re hevdîtin bike. Niha Erdogan û PDK`ê tenê mane ku dijî gerîla şer bikin. PDK`ê ji xwe niha di nav şer de ye, lê ger bi komê wekî Zerêvan, Pêşmerge, Roj û Gulan re şerê sing bi sing bike nikare. Niha ew tenê di destê Erdogan de mane û dixwaze dijî gerîla bi kar bîne. Êriş berdewam dikin. Bawer nakim encamek bi xwe re bîne, gerîla jî xwe amade kiriye û li ber xwe dide.”

ANHA