Rojnameyên erebî: Erdogan daxwazên xwe ji Iraqê kêm kirin

Rojnameyên erebî behsa serdana Erdogan a ji bo Iraqê, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û kar û barên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Erdogan daxwazên xwe ji Iraqê kêm kirin
26 nîsan, 2024   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iraqê nûçeyek bi sernavê  “Tirkiyeyê daxwazên xwe yên ji Iraqê yên girêdayî şerê li hember PKK`ê kêm kirin" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk daxwazên xwe ji Iraqê kêm kirine û tenê xwest leşkerên Iraqê tev li şerê wê yê li dijî Partiya Karkerkên Kurdistanê (PKK) bibin.

Li gorî rojnameyê, rayedarekî Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk bi bîr xistiye ku Enqere têkildarî peydakirina alîkariya teknolojiyê ji bo parastina ewlehiya sînorên Iraqê, bi Bexdayê re nîqaş kirine.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku dewleta Tirk di serdanê de lihevkirineke ewlehiyê ji hikumeta Iraqê re pêşkêş kiriye ku li gorî wê Iraq bi awayekî berfireh tev li şerê dewleta Tirk bibe, lê hikumeta serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî dudil bûye. Her wiha gelek partiyên şîeyan berê bi awayekî aşkera tevlêkirina hêzên Iraqê di şerê dewleta Tirk de, red kiribû.

‘ÎSRAÎL LI HEMBER 2 VEBIJÊRKAN E’

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya têkildarî şerê li Xezayê de da zanîn ku Îsraîl niha li hember 2 vebijarkan e; ya yekê êrişî Refehê bike ji bo ku fişarê li ser Hemasê zêde bike da ku ew jî lihevkirina dîlgirtiyan qebûl bike. Lê 2 metirsiyên vê vebijêrkê hene; dê rageşiya bi DYA, Misir û dewletên din re girêktir bibe û jixwe Hemas guh nade fişarên wiha.

Rojnameyê cih da daxuyaniya ku Desteya Weşanê ya Îsraîlê "Kan"ê daye ku wezîrên hikumeta biçûk “dest bi sazkirina manşêtên dan û standinên nû bi Hemasê re kirine”.

Li gorî rojnameyê aşkera kiriye, Misirê însiyatîfek pêşkêşî Halevy û Bar kiriye ku li gorî wê însiyatîfê, Îsraîl êrişî Refehê nake, bi şertê ku dan û standin ji nû ve dest pê bikin û bigihêjin lihevkirina pevguhastina dîlgirtiyan. Her wiha di însiyatîfê de lihevkirineke nû li ser bingeha Lihevkirina Parîsê hatiye pêşniyarkirin.

Bi nêrîna rojnameyê, Misir hemwextî gotegotên li ser êrişa li dijî Refehê destwerdan kiriye û di vê demê de Hemasê rave kiriye ku ew dixwaze êriş raweste û amade ye agirbesteke giştî pêk were, dest bi pêvajoya siyasî bike ku di encamê de dewleta Filistînê ava bibe û soz daye ku heke ev daxwaz pêk werin, dê çekan deyne û veguhere partiyeke siyasî.

‘LUBNANÊ HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN TALOQÎ SALEKE DIN KIRIN’

Rojnameya El Beyan têkildarî biryara Parlamentoya Lubnanê ku hilbijartinên şaredariyan heta sala bê dereng bixe, nûçeyek weşand.

Rojnameyê îşaret pê kir di parlamentoyê de nakokî hebû, hinekan dixwest hilbijartin li gel şert û mercên ewlehiyê bê derengxistin û hinekan jî ev pêşniyar red kir, ji ber ku ev cara sêyemîn e hilbijartin tên taloqkirin û ev tê wateya berdewamkirina astengkirina kar û xebatan û valahiya siyasî li welêt.

Rojnameyê diyar kir ku ruxmî ku di parlamentoyê de gelek blok, di serî de Hizb El Quwat El Lubnaniye û palamenterên serbixwe, taloqkirina hilbijartinan red kir, lê biryara taloqkirinê hate erêkirin û Hizbullah, hevalbendên wê, Şepêla Nîştimaî ya Azad a bi serkêşiya Mîşel Ewn destek da taloqkirinê.

(şx)