Koordînatora Însiyatîfa Nûn dê serdana CPT û Meclisa Ewropayê bike
Reportaj Summay
Koordînator û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman eşkere kir ku ji bo eşkerekirina çarenûsa rêber Abdullah Ocalan dê di dawiya Çileyê de serdana Meclisa Ewropayê û CPT`yê bike.
Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de li Îmraliyê ji beriya 24 salan ve tê dikoşe. Tevî bangewaziyên ji bo eşkerekirina tenduristiya rêber Ocalan jî, lê dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe didomîne û hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe dike.
Têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û reftarên CPT`yê di doza wî de, koordînator û berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman ji ANHA’yê re axivî. Sewsenê got: “Çawa CPT dikare raporeke objektîf li ser rewşa rêber Ocalan amade bike, tevî ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyand ku rêber Ocalan tev li civînê nebûye.”
Hevpeyvîn wiha ye:
Piştî gelek bangewaziyên ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan, şandeyeke CPT`yê ji bo şert û mercên di girtîgehan de bibîne, di 20-29`ê Îlona borî de serdana girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û girtîgeha Îmraliyê kir. CPT`yê ragihand ku dê di Adara 2023`yan de raporekê li ser rewşa girtîgehan amade bike. Di 29`ê Mijdara borî de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyand ku rêber Ocalan tev li civînê nebûya. Gelo hûn vê helwestê çawa dinirxînin?
Di siyaseta cîhanê ya heyî de, Komploya Navneteweyî ne nû ye. Hêzên mezin hegemon in û siyaseteke dualî dimeşînin. Helwesta dawî ya CPT`yê gelek pirsnîşanan li dora pêbawerî û zelaliya rapora wê çêdike ku dê di Adara bê de belav bike. Gelo çawa komîteyeke mirovî dikare raporeke objektîf li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan amade bike ku hate gotin wî hevdîtin red kiriye. Berovajî gotina komîteyê ku wê serdana girtîgehê kiriye û bi rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî re hevdîtin kiriye. Bicihneanîna erka mirovî û qanûnî vê pirsê dide pêş; gelo binpêkirinên vê komîteyê amade kirine, çi ne? Wek aliyeke piştevanê mafên mirovan gelo komîteyê tu girtek li hember van binpêkirinan girtine ya na? Bersiv diyar e. Dibe ku ji ber wê rêber Ocalan hevdîtina bi komîteyê re red kiribe. Ji ber ku ev helwest, nerewabûna civata navneteweyî nîşan dide ku nikare dewletên qanûnên mafên mirovan binpê dikin, neçar bike ku pabendî wê bin. Derneketina hevdîtinê, helwesteke redker a li hember komploya navneteweyî ku heta daxuyanî jî nedan.
Ruxmî ku çalakiyên cuda li dar ketin û daxuyanî hatin dayîn lê aliyên têkildarî tu helwesteke diyar ji bo eşkerekirina vê bûyerê nîşan nedan. Gelo sedema vê bêdengiya van aliyan, bi taybet CPT`yê, çi ye? Çima erkên xwe li hember doza rêber Ocalan naynin cih?
Me berê jî bi bîr xist ku ev paşguhkirin eşkere ye guman tê de nîn e. Xetereya bêdengiyê jî ji xetereya tevlêbûnê û binpêkirinê ne kêmtir e. Ev têrê dike ku ev komîte baweriya raya giştî ji dest bide. Ruxmî ku divê ev komîte mafên mirovan biparêzin. Di vir de em dikarin ji CPT`ê pirs bikin; gelo ger ev armanc pêk neanî, sûda komîteyên wiha çi ye? Heta kîjan astê bawerî pê tê kirin? Asta girêdana wê bi berjewendiyên hêzên mezin çi qas e?
Ji bo ku doza rêber Ocalan bigihînin qadên navneteweyî însiyatîfa we çi kir û helwdanên wê niha di kijan astê de ye?
Wek însiyatîfeke jinan ku li Beyrûtê ava bûye, ji bo vê armancê em gavên cidî û qanûnî diavêjin. Tevî însiyatîfên erebî yên din em dê di Çileyê de serdana Meclisa Ewropayê bikin da ku rewşa wî û binpêkirinên qanûnî nîqaş bikin. Em dê serdana CPT`yê bikin da ku çarenûsa rêber Ocalan eşkere bike, daxuyaniyeke zelal li ser tiştên di girtîgeha Îmraliyê de rû didin, pêşkêş bike. Em ê îsal du gavan biavêjin ku yek ji xebatên me yên pêşîn ên têkoşîna me ya rewa ye. Wê di vir de sînordar nemînin. Em dê dengê vê qêrînê bigihînin hemû navendên biryarê û qadên navneteweyî û balê bikişînin ser nerewabûna vê girtinê.
Ji bo vê mijarê gelo we xwe gihand siyasetmedar, rewşenbîr û hiqûqnasên jin ên cîhanê, nêrînên wan çi bûn? Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çi tê xwestin?
Erê rast e, însiyatîf fireh bû û tê de jinên gelek dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê hene. Jinên çalakvanên siyasî û hiqûqî ji Iraq, Lubnan, Misir, Urdun, Sûriye, Filistîn, Lîbya, Mexrib, Yemenê û gelek dewletên din in. Bi vê dozê bawer kir û di bin navê Nûn de li dora vê fikrê kom bûn. Hemû jinên dewletên ereb bi erênî ev fikir nirxand û wek fikrek xilaskerê herêma Rojhilata Navîn tevda, fikrekî navneteweyî ye ne tenê yê kurdan lê belê yê hemû mirovên azadîxwaz e ku bi azadî û rûmeta mirovahiyê bawer in.
Wek Însiyatîfa Nûn, di sala nû de plansaziya we ji bo şopandina doza rêber Ocalan çi ye?
Însiyatîfa Nûn ji dema avakirinê ve, hewl dide ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bike. Ew hewl dide fikrên wî belav bike, ragihîne raya giştî ya cîhanê bi rêya lidarxistina panelan ji endaman re û civînên asayî ku tê de kar û xebatên însiyatîfê tên nirxandin. Her wiha komxebatên taybet di salvegera komployê de lidar dixe. Mîna ku min berê bi bîr xistî, em ê serdana Meclisa Ewropayê bikin. Em hewl didin ku kongreyekê bi telêbûna jinan ên tevahiya dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê li dar bixin. Her wiha em dê di boneyan de daxuyaniyan bidin û fikrên rêber Abdullah Ocalan li ser sosyal medyayê belav bikin.
ÎNSIYATÎFA NÛN A JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan, însiyatîfeke jinan e, tovika wê komeke çalakvan û hiqûqnasên jin ên dewletên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ne. Di 4`ê Hezîrana 2022`yan de damezirandina wê bi awayekî fermî hate ragihandin. Armanca wê, nasandina fikrên rêber Ocalan û belavkirina wan a. Her wiha xebatan dimeşîne û fişarê li rêxistin, sazî û aliyên têkildar ên navneteweyî yên hiqûqî û siyasî dike da ku li hember doza rêber Ocalan bê deng nemînin.
(şx)
ANHA