Di topbarana artêşa Tirk de zarokek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 03:00`yan de gundê Ewn Dadat ê Minbicê topbaran kir. Di encamê de zarokek birîndar bû.

Di topbarana artêşa Tirk de zarokek birîndar bû
26 nîsan, 2024   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidetxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên saet di 03:00`an de gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê topbaran kir. Di encamê de zirar li 2 malan bû. 

Her wiha zarokek ji zikê xwe de birîndar bû. Zaroka birîndar, li Nexweşxaneya Texesûsî tê dermankirin.

(şx)

ANHA