Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike

Efrîna dagirkirî derbasî sala xwe ya 7'an a dagirkirinê dibe. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binesaziya civakî û xwezayê bi rêya pêkanîna plana ˊqirkirinêˊ wêran kir. Gelo di sala dawî ji sûcan de EFrîn gihaşt ku derê?

Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
Armanca dewleta Tirk doza Efrînê tesfiye bike
19 adar 2024   05:14
HELEB
MIHEMED EBDO

Ev 6 sal e sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve didomin. Armanc ji van sûcan tolhildana ji şêniyan e ku 58 rojan li ber xwe dane.

Gelek hiqûqî û şopdarên rewşa Efrîna dagirkirî ji nêz ve dişopînin diyar kir ku nebûna hesabnxwestina li ser "qirkirina komî" ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin meşandin hişt sal bi sal sûcên li dijî şêniyên ku li Efrînê mane zêde bibin. Armanc jî guhertina demografîk e.

DI SALA  2023'YAN HEJMARÊN SÛCAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, zêdetirî 16 bûyerên kuştina rasterast a sivîlan û 369 revandin ji wan 39 jin û 6 zarok, qewimîn.

Her wiha zêdetirî 17 hezar û 700 dar hatin birîn, 137 sermiyan bi awayekî nerewa hatin firotin û xwediyên wan hatin koçberkirim û 59 bûyerên lêdan li sivîlan bi taybetî yên temenmezin hatin pêkanîn.

Di aliyê şerê navxweyî û tunebûna aramiyê de ya ji ber pevçûna di navbera çeteyan de di sala dawîn de 6 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 10 teqîn bi awayên cuda hatin çêbûn û tê de bi dehan hatin kuştin û hejmareke mezin birîndar bûn.

Di çarçoveya guhertina demografîk de 4 avahiyên mêtingehiyê hatin avakirin. Ew jî "Ecnadîn Filistîn, Gundê Qeterî (2), Besme û Um Toba ya Filistînî". Gelek dibistanên olî jî hatin vekirin, ya herî dawîn li navçeya Reco ji aliyê komeleya Pakistanî ya Sêlanî ve hat vekirin. Li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê jî navendeke çandê ya girêdayî navenda Yunus Emra hat vekirin.

SÛCÊN BÊDAWÎ

Di 2 mehên sala 2024'an de hemû cûreyên kuştin, revandin, tecawizkirin, qaçaxçîtiya mirovan, koledariya zayendî, binçavkirin, îşkencekirin û desteserkirina mal û milkên şêniyan hatin pêkanîn.

Di mehên Kanûn û Sibatê de 8 welatiyên Kurd hatin kuştin, 80 welatiyên Efrînê hatin revandin ji wan 11 jin û 8 zarok.

Hemwextî wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 hezar û 400 darên şêniyên Efrînê birîn. Di encamê de rêjeya wêrankirina xwezaya bajêr zêde bû.

Di çarçoveya guhertina demografîk de di sala 2024'an de 2 avahiyên mêtingehiyê hatin avakirin. Ew jî ev in:

1-Gundê Selam li daristana gundê Qitmê ji aliyê rêxistina Orange ve.

2-Gundê Dênîz Fenarî li goristana Qaziqlî ya Cindirêsê ji aliyê rêxistina Menaret El Behir ve.

Ji bo avakirina 2 avahiyên din ên mêtingehiyê jî kar didome. Ew jî ev in:

1-Avahiyek li gundê Kefirsefrê ji aliyê rêxistina Gezî Destek a Tirk ve.

2-Avahiyek li gundê Keferûmê ji aliyê rêxistina Yed El Ewn a Tirk ve.

HEWLDANÊN KUŞTINA ZAROKAN

Her wiha, şêniyên Kurd ên ku li Efrînê mane ji ber êrişên li dijî zarokên wan zehmetiyan dikişînin. Ev êriş di 2024'an de zêde bûn.

Di 25'ê Sibatê de xwendekarê Kurd Şiyar Îbrahîm Omer ji gundê Qenterê yê Mabeta ji aliyê 5 xwendekarên din ên zarokên çeteyan ve hat birîndarkirin.

Di 13'ê Adarê de jî çeteyê bi navê Yamin Îbrahîm ê ji gundewarê Idlibê zarokê Kurd Ehmed Xalid Mamo (16) di planeke amadekirî de kuşt û avêt bîreke avê li ser rêya gundê Til Silorê yê Cindirêsê.

Piştî wê bi çend rojan çeteyên nenas zarokê bi navê Rodî Mihemed Çeqel (16) ê ji navçeya Cindirêsê bi kêran birîndar kir.

RAPORÊN NAVNETEWEYÎ

Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Sûriyeyê di rapora xwe ya dawîn a 11'ê Adara 2024'an de û Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe de ya 29'ê Sibata 2024'an de da zanîn ku "komên artêşa Tirk a dagirker" revandin û binçavkirinê li Efrînê didomînin.

Kesên ku komîteyê pê re hevpeyvîn çêkirine da zanîn ku di girtîgehan de girtî di lêdan û îşkenceyê re derbas dibin.

Komîte belgekirina bûyerên tecawizkirin û tundiya ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî şênî û zarokan pêk tînin, desteserkirina mal û milkên şêniyan û gefxwarina kuştinê didomîne.

BANGÊN RAWESTANDINA SÛCAN

Der barê vê mijarê de, Rêxistina Mafên Mirovan - Efrîn der barê her du raporan de destnîşan kir ku ji ber nebûna helwestên cidî ji aliyê hêzên berpirs ve çete sûcên xwe zêde dikin.

Her wiha rêxistinê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rewşa Efrînê û deverên din ên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de paşguh neke û sûcên rojane yên li dijî bakurê Sûriyeyê polîtîze nekin.

Çalakvanên mafên mirovan berê ji ajansa me re destnîşan kiribûn ku sûcên ku li Efrînê hatine belgekirin tenê ji sedî 30 sûcên ku li ser erdê pêk tên.

)mh)

ANHA