Kongra Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Meclisa Kongra Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û diyar kir "Qereçox reseniya dîrok û çandê ye. Reseniya wê bi xwîna şehîdan xurttir bû. Em ê şopdarên xeta şehîdên Qereçoxê bin.”

Kongra Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
24 nîsan 2024   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe (25’ê Nîsanê) salvegera 7’an a êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçox e. Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî 20 şervanên YPJ, YPG’ê û rojnevamên di êrişê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişa li ser çiyayê Qereçoxê berdewama rêzeêrişên Erdogan ên bi armanca têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jiholêrakirina heqîqeta şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinên azad e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zelal projeya neteweya demokratîk a ku tevahî pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, dike hedef û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk a dagirker pêkanînên xwe yên derhiqûqî û dermirovî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinadine. Hewl dide dagirkeriya xwe li deverên din ên Rojhilata Navîn berfireh bike. Dewleta Tirk hebûna çi destkeftiyên ku fêdê dide civaka Kurd û tevahî gelan tehemû nake. Dewleta Tirk dixwaze yek çandê ferz bike da ku çandên din ji holê rabin. Di vê bîranîna bi êş de em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe û azadxwazan dikin ku di hilbijartinên şaredariyan de dengê xwe bi kar bînin. Ev hilbijartin gavên temamkkrina demokrasiyê ye û dê ji siyasetên dewleta Tirk ên bi armanca şikandina îradeya gelê berxwedêr re bibe bersiv.

Bi navê tevahî endamên Kongra Star em soza xwe ya daîmî nûjen dikin ku em şopdarên xeta şehîdan bin. Wekî tê zann Qereçox reseniya dîrok û çandê ye. Ev resenî bi xwîna şehîdan xurttir dibe."

(bb)

ANHA