Endamê Fermandariya QSD’ê: Hinek hêzên mezin destekê didin DAIŞ’ê 

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ bi fermanên dewletên niz tevdigerin û xwe amade dike ku ji nû ve vegerin. Xelîl got: " hinek hêzên mezin destekê didin DAIŞ’ê."

Endamê Fermandariya QSD’ê: Hinek hêzên mezin destekê didin DAIŞ’ê 
15 nîsan, 2024   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Luqman Xelîl têkildarî tevgerên çeteyên DAIŞ’ê  yên li beyara Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivî.

Luqman Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna gelên herêmê ya li hemberî DAIŞ’ê û diyar kir ku ji dervê gelê herêmê tu kesî şerê DAIŞ’ê nekir.

Xelîl hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê careke din vegerin û destnîşan kir ku cîhan dema digot xetereya DAIŞ’ê ji holê rabûye kêmasiyên mezin dikir. Xelîl got: "Rast e DAIŞ kontrola xwe ya erdîngarî ji dest daye, lê projeyên wê hene. DAIŞ  xwedî îdeolojiyeke tundraw e ku nûnertiya olî nake û mafên mirovan di ber çavan re nagire. Îdeolojiya ku DAIŞ’ê dixwaze belav bike li ser esasê wêrankirina îradeya mirovan e û kolekirina wan e."

’HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÊ DAIŞ WEKÎ AMÛREKÊ BI KAR TÎNIN’

Xelîl bal kişand ku hin hêzên herêmî û navneteweyî DAIŞ ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û kontrola xwe ya li ser herêmê bi kar tînin û got: "DAIŞ di aliyê cografî de tune bûye, lê hîna bi dawî nebûye. Divê cîhan vê rastiyê bizanibe û bibîne. DAIŞ li cihên ku xwe lê vedişêre xwe ji nû ve bi rêxistin dike û bi zanebûn xwe vedişêre, li gorî koman tevnagere. Li pey van tevgerên metirsîdar armanc hene."

Xelîl destnîşan kir ku hinek hêzên mezin destekê didin DAIŞ, fermanan dide wan û rê nîşanî wan didin.

Luqman Xelîl got "Bi taybetî li devera Sebxa ya başûrê kantona Reqa, El Bû Kimal, Tedmûr heta sînorê Humsê, komên DAIŞ’ê bi serbestî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de tev digirin. Îsbata vê yekê ew e ku DAIŞ di nava kêmî mehekê de 4 caran êrişên mezin li dijî nuqteyên hikumeta Şamê pêk anîn."

Der barê rêbaza tevgera DAIŞ’ê de Xelîl da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê rewşa herêmên ku lê tev digerin ( Herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de) dizanin û got, hikumeta Şamê nikare bersiva parastina navenda xwe ya sereke bide, heta ku bikaribe devereke dûrî navenda xwe ya sereke (Şamê) kontrol bike.

Xelîl sedema çalakbûna DAIŞ li herêmên hikumeta Şamê wiha şîrove kir: "Em temaşe dikin çawa DAIŞ kesên  bê gunh ên ku diçin dobelanan kom dikin qetil dikin. Ev tê wateya ku DAIŞ li wê herêmê serwer e, lê cihên xwe aşkera nake û çi kesên ku cesaret bike biçe herêmên wê qetil dike."

Xelîl got hikumeta Şamê berpirsê qetilkirina sivîlan e û  wiha pê de çû: "DAIŞ sîstema xwe ava dike û bi tirsandinê qanûnên xwe ferz dike. Heta niha zêdekirî 100 sivîl qetil kiriye. Gelo kî ji vê yekê berpirsyar e? hikumeta Şamê berpirsyar e. Li herêmên me jî tevgera DAIŞ’ê heye. Cîhan dibêje piştî DAIŞ li Baxozê  têk çû hebûna wê nemaye. Ev gotin ne rast in, DAIŞ bi fermanên dewletên mezin tev digere."

Xelîl êrişa DAIŞ a li ser girîgeha Sînaa bi bîr xist "Êrişa li ser girtîgeha Sînaa asta rêxistinbûna DAIŞ û hêza ku xwe pey wê vedişêre nîşan dide. Dibe ku DAIŞ li benda derfetekê an fermanekê be, kengî dema wê bê dê bikeve tevgerê."

Luqman Xelîl bal kişand ku hinek alî hewl didin ewlehiya Dêrazorê xirab bikin û diyar kir ku ev aliyê bi navên cuda DAIŞ çalak dikirin lê bandora wê ji aliyê QSD’ê ve hat têkbirin.

Xelîl bi domdarî got: "Ev mijar gelekî girîng in. Ev rêbazên nû ne. DAIŞ ku tevgera wê hatibû astengkirin,  li gorî koman û di bin navê artêşa eşîran de derketin. Sicilê wan kesan û dîroka wan bi sûcan tijî ye, xwîna xelkê herêmê rijandin. Di encamê de dema ku mîsyonê didin DAIŞ da ku ewlehiya herêmê têk bibin, bi lez tev digerin. Evan ne tenê li ser gelê me, di heman demê de li ser tevahî cîhanê xetere ne, lew ra divê her kes bi berpirsyarî li hemberî van tev bigire."

Xelîl bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê şeremzar kir û wiha domand: "Zexteke mezin li ser herêmê heye, ev jî li ber çavên cîhanê çêdibe. Tevahî navend û cihên ku pêwîstiyên jiyanê ji gelê me re dabîn dikin wekî gaz, kehrebe û av tên hedefkirin. Ev bêdengî cesaretê dide DAIŞ’ê da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike."

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl  di dawiya axaftina xwe de got, QSD’ê hêzeke fedaî ye dê erk û berpirsyariyên xwe li hemberî gelê xwe bi cih bîne.

(bb)

ANHA