Şemûn: Divê der barê hewldanên çandina fitneyan de em hişyar bin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa MSD’ê Gabrîel Şemûn got qonaxa siyasî pêdiviya xwe bi hevgirtina hemû pêkhateyan di tevahî aliyan de heye û banga hişyariyê têkildarî hewldanên cudakirinê  yên di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de kir.

Meclisa Ciwanan a Sûriya Demokratîk bi dirûşma" Bi birêxistinkirin û yekitiya li ser pîvanên şoreşê, Sûriye dê rizgar dibe" yekemîn kongreya xwe li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dixe.

Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Gabrîel Şemûn axivî û lidarxistina kongreyê li tevahî ciwanên Sûriyê pîroz kir û wiha da zanîn: "MSD’ê û tevahî formên Rêveberiya Xweser xebat û têkoşîn da ku xwe bigihînin pergaleke demokratîk a azad û avakirina Sûriyeyeke nenavendî ku tê de piralî li gorî rêgeza demokratiyê hebe û li ser vê bingehê ciwanên me pêşengên yekemîn ên şoreşê ne."

Şemûn îşaret pê kir ku qonaxa siyasî pêdiviya xwe bi hevgirtina li ser hemû astan heye, tevahî pergalên ku herêmê dikin hedef wekî ajandayên herêmî, ji bo çarenûsa gelên herêmê xetere ne û divê haya wan li ser van be ku hewl didin fitneyan di nava gelê me de biçînin. Şemûn wih lê zêde kir: "Em niha li beramber fikrên şovenîst ên ku herêm ber bi xirabbûnê ve birine û bi xwe re jî dagirkirina Tirkiyê aniye re rû bi rû ne."

Gabrîel Şemûn gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Em destên xwe dirêjî hemû aliyên siyasî dikin. Lê belê li bermberî  wê jî em rastî êrîş û zextê ji hemû aliyan  tên da ku em beşdarî pêvajoya siyasî û avakirina projeya demokratîk li herêmê nebin."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso jî wiha got: "Ev kongre di rewşên dijwar û awarte de û di merheleya piştî tunekirina DAIŞ’ê de li dar ket. Bi rêya vê kongreyê em ê pişta xwe bidin hêza ciwanan."

Oso wiha domand: "Kongre dê bibe pêngaveke yekemîn a rizgarkirina herêmê ji fikrên çeteyên DAIŞ’ê û dê li ser fikra neteweya demokratîk a avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya piralî bixebitin."

Tê payîn rêziknameya Meclisa Ciwanan a Demokratîk bê xwendin û hin guhartin li ser bendan çêbin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din