Li Ezazê 2 kes hatin înfazkirin û dûre hatin şewitandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarê Ezazê yê dagirkirî 2 kes înfaz kirin û dûre cenazeyên wan şewitandin.

Li Ezazê 2 kes hatin înfazkirin û dûre hatin şewitandin
25 nîsan, 2024   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîna sûcên çeteyên DAIŞˊê, dema li qadên giştî welatî dikuştin û cenazeyên wan dişewitandin; bo nimûne pîlotê urdinî Muaz El Kesabse, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarê Ezazê yê dagirkirî 2 kes înfaz kirin û cenazeyên wan şewitandin.

Di dîmenên hatine belavkirin de, tê dîtin ku çeteyên ˊCebhet El Şamiyeˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li pêş welatiyan 2 kesan dikujin û dişewitînin.

Çeteyan bi hinceta ku têkiliya wan her du kesan teqîna erebeya bombebarkirî ya li Ezazê re di 31ˊê Adarê de heye, ew her du kuştin û şewitandin.

(fr)