Li başûrê Quneytîrayê alozî

Li başûrê Quneytîrayê çekdaran êrişî bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên nenas de derket.

Li başûrê Quneytîrayê alozî
22 nîsan, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku çekdarên nenas êrişî bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên Qesîbe û Qereqs û benda El Bekar ên li başûrê Quneytîrayê ku nêzî Colanê ye, kir. 

Piştî êrişê, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên nenas de bi çekên navîn û sivik derket.

Hêzên hikumeta Şamê jî sewqiyatên leşkerî ku di nav de tank hene, li cihên êrişan bi cih kirin. 

(şx)