Rêveberiya Xweser şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn
Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û soza pêkanîna armancên şehîdan da.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25’ê Nîsanê ku ji 2017’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Roja Şehîdan hatiye ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan e. Sala 2017’an di 25’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi balafirên şer Çiyayê Qereçoxê bombebaran kiribû. Di encamê de şehîd çêbûn."
Di daxuyaniyê de şehîdên Qereçoxê û tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn û hate gotin: "Şehîdên me mîsogeriya serketin û siberojeke ewle ne. Şehîdên me ji bo me çavkaniya hêz û israra ber bi rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina civakeke azad û demokratîk in."
Di daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna xeyalên wan, hat dayîn.
(bb)