Pedersen: Sûriye bûye qada tesfiyekirinê
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku aloziya Sûriyeyê kûrtir bûye û metirsiya xwe ji pêla rageşiya xeternak anî ziman.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen got tu nîşaneyên ku li tu cihekî Sûriyeyê aramî pêk were tune ne û Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesaban.
Pedersen li ser Xˊê diyar kir ku aloziya Sûriyeyê kûrtir bûye, her wiha metirsiya xwe ji pêla rageşiya xeternak anî ziman.
Pedersen destnîşan kir ku gelek caran hişyarî hat kirin piranî Sûriyeyê weke qada tesfiyekirina hesaban bi kar tînin.
(fr)