Gelo CHP’a Ozgur Ozel wê bi rastî jî demokrat bibe - SELAHATTÎN ERDEM 

Gelo CHP’a Ozgur Ozel wê bi rastî jî demokrat bibe - SELAHATTÎN ERDEM 
8 nîsan 2024   11:27

CHP’a Ozgur Ozel wê hêmanên komarê yên netewperest ên teng esas bigire, yan bi rastî jî wê bibe partiyeke demokratîk ku her kesê hembêz bike? Bersiva vê pirsê çawa ku ji bo CHP’ê girîng e, ji bo hemû Tirkiyeyê jî pir girîng e?

Hefteyek li ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê derbas bûn, lê nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinê hîn neqediyan e. Ne tenê nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinê, têkoşîna li dijî hîle û êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê jî hîn neqediya ye. Li gorî vê pêşveçûnê jî dixuyê ku wê pir zû neqede. Diyar dibe ku têkoşîna li dijî hîle û êrîşên faşîst her ku diçe wê cihê xwe ji nîqaşên hilbijartinên pêşwext re bihêle. Bi rastî jî di siyaseta Tirkiyeyê de qonaxeke nû diqewime. Ev wê çawa bi encam bibe û avakirina siyaseta nû wê çawa be, dê bi encamên têkoşînê diyar bibe.

Di rastiyê de ev encam dikarîbû di hilbijartinên giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de jî derketiba holê. Li dijî her cure hîle û zextên faşîst, dikarîbû encamên ku desthilatdariya heyî biguherta, hatiba bidestxistin. Eger ev rewş pêk nehatibe, wê demê divê mirov sedemê vê yekê di stratejî û taktîkên hilbijartinê yên hêzên muxalîf ên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin de, bigere. Lewma li gorî encamên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, jinûve nirxandina hilbijartinên 14 û 28’ê Gulana 2023’yan wê bi sûd be. Dewamkirina nîqaşên hilbijartina heyî, nîşan dide ku nîqaş wê di vê astê de pêş bikevin.

Her çendî ku encamên hilbijartina 14 û 28’ê Gulana 2023’yan di siyaseta Tirkiyeyê de pêvajoyeke guhertinê ya nû nedabe destpêkirin jî, guhertina di Serokatiya Giştî ya CHP’ê ya piştî hilbijartinê çêbûyî de, ev pêvajoya nû da destpêkirin. Yanî pêvajoya ku encamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê derxistî holê, di rastiyê de bi guhertina di Serokatiya Giştî ya CHP’ê de destpê kir. Me di wê demê de bal kişandibû ser vê rastiyê û me gotibû, ‘Kemal Kiliçdaroglû yê windakirî, Tayyîp Erdogan ê windakirî ye.’ Lê 6 mehan piştî ketina Kemal Kiliçdaroglû, Tayyîp Erdogan jî ket.

Em dibêjin “ket”, ji ber ku li cihekî demokrasî lê heyî, eger partiyek ketiba rewşa AKP’ê ya piştî encamên hilbijartina 31’ê Adarê, wê serokatiya giştî ya wê partiyê îstîfa kiriba. Lê Tayyîp Erdogan ji Serokatiya Giştî ya AKP’ê jî îstîfa nake, ev rewş nîşan dide ku di halê hazir de demokrasî li Tirkiyeyê ji bilî gotinê nayê ti wateyê. Piştî hilbijartinan Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya destpêkê de neçar mabû ku bêje, ‘ev pêvajo ne bidawî bûne, lê dagerek e’. Bê guman ji aliyê siyaseta Tirkiyeyê ve dagerek e, lê encama hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê ji bo Tayyîp Erdogan û AKP’ê bi rastî jî bidawîbûnek e. Ev gotina Tayyîp Erdogan nîşan dide ku wî bi xwe jî encama hilbijartinê wiha fêm kiriye û dîtiye. Ya piştî wê jî gotineke ji bo xapandina AKP’iyan e. Encama yekemîn girîng a hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ev e.

Encamên din jî bi kurtî mirov dikare wiha qalê bike: Encama girîng a destpêkê ew e ku gelê Kurd car din rê neda faşîzmê. Hem encamên li Kurdistanê û hem jî helwesta Kurdan a li Tirkiyeyê vê yekê bi eşkere nîşan dide. Li dijî her cure hîle û zextên qirker-faşîst, israra gelê Kurd a ji bo jiyana azad û demokratîkbûna Tirkiyeyê hêjayî teqdîrê ye. Ev helwesta dîrokî ya Kurdan her çiqasî were pîrozkirin jî, kêm e. Di rêjeya ku tevkarî li encameke bi vî rengî kirî de, DEM Partî jî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi ser ketiye. Lê rewşa DEM Partiyê ya li seranserî Tirkiyeyê, helbet rewşeke ji nîqaş û nirxandinê re vekirî ye. Ev xisûs herhal ji aliyê cih û hêzên eleqedar ve tê nirxandin.

Encama girîng a duyemîn, serketina CHP’ê ya bi serokatiya Ozgur Ozel û bûyîna partiya yekemîn a Tirkiyeyê ye. CHP ji bo birêveberina Tirkiyeyê bûye endam, lewma ev encamên hilbijartinê girîng in. Piştî ketina Kemal Kiliçdaroglû ya ji serokatiya giştî ku bi ti rengî di hilbijartinan de bi ser neketibû, ev serketina CHP’ê girîng e. Ji ber ku jinûve nirxandina nasnameya Kemal Kiliçdaroglû dike rojev. 50 salan piştî hilbijartina 14’ê Cotmeha 1973’yan a Bulent Ecevît, CHP’a di bin rêveberiya Ozgur Ozel de bû partiya yekemîn, ji vî alî ve encamên hilbijartinê girîng in. Lewma divê ev encam piralî were nirxandin û rast were fêmkirin.

Encameke din jî ew e ku encamên YRP’ê di bin rêveberiya Fatîh Erbakan de bidestxistî û bûna partiya sêyem e. Mîna gava ku Necmettîn Erbakan di hilbijartinên 14’ê Cotmeha 1973’an de avêt, niha jî kurê wî gaveke bi heman rengî avêtiye. Partiyên ku beriya niha weke dewama Partiya Refahê hatine avakirin, di rastiyê de jî weke parçeyeke operasyona dawîanîna Necmettîn Erbakan e. Niha Fatîh Erbakan ev yek derbas kir. Lê belê vê gavê ne diyar e bê ka wê di strûktura siyasî ya nû de di pozîsyoneke çawa de bin.

Her çend ne hêjayî wê bin jî ji ber ku gelekî tê nîqaşkirin, em têkildarî Huda Parê jî hin tiştan bilêv bikin. Gava ku em lê dinêrin, em dibînin ku beriya hilbijartinê AKP’ê piştevaniya wan dikir, lê belê bi tenê şaredariyek jî bi dest nexistin. Baş e ev yek tê çi wateyê? Em dibînin ku AKP ji bo ku di hilbijartinan de bi ser bikeve û bihêz bibe piştevaniya Hizbulkontrayê nake, berovajî wê ji bo ku êrîşî Kurdên azad û PKK’ê bike û yekitiya Kurdan parçe bike, piştevaniya Huda Parê dike. Helwesta zîhniyet û siyaseta qirker a li dijî hemû Kurdan ev e. Divê bi taybet jî ew kesên ku dibêjin em neteweperestê Kurd in yan jî Misilman in vê yekê baş bibînin û fêm bikin.

Em dîsa li rastiya CHP’ê ya bi serokatiya Ozgur Ozel vegerin. Bê guman di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi ser ket û bû partiya yekemîn, ev yek ji bo CHP’ê serketineke girîng e. Ji ber ku piştî 6 meh li ser Serokatiya wî ya Giştî re derbas bû, di hilbijartina yekemîn de ev encam bi dest xist, ji bo Ozgur Ozel serketineke mezin û girîng a duyemîn e. CHP’ê tenê carekê serketineke bi vî rengî jiya. Di sala 1923’yan de piştî damezrandina xwe bi 50 sal di 1973’yan de Bulent Ecevît bi CHP’ê serketinek wiha dabû jiyîn. Niha piştî serketina Ecevît bi pêncî sal, Ozgur Ozel cara duyemîn e ku serketineke bi heman rengî derxistiye holê. Ecevît ku di sala 1972’yan de ji Îsmet Înonû serokatî dewr girtibû salek şûnde di hilbijartinê de bi ser ketibû û vê carê jî Ozgur Ozel ê ku di sala 2023’yan de ji Kemal Kiliçdaroglû serokatiya giştî dewr girt jî di hilbijartina sala piştre de bi ser ket.

Niha di vir de tişta girîng ew e ku Ozgur Ozel ê CHP’ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi ser ket, wê çi bike. Bi rastî jî çawa ku Ozgur Ozel di axaftina xwe ya pêşî ya piştî hilbijartinê de diyar kir, CHP’a nû wê bibe partiya demokratên rasteqîn ên hemû îdeolojiyan, an jî wê di bin gotina demokrasiyê de zîhniyeta faşîst-mêtinger û siyaseta heyî bidomîne? Wê xwe bispêre prensîbên netewperestiyên teng ên komarê ku li ser hatine damezrandin an jî wê bi rastî jî bibe partiyeke demokratîk a ku her kesî hembêz dike? Bersiva vê pirsê ne tenê ji bo CHP’ê, ji bo hemû Tirkiyeyê jî girîng e. Eger em bala xwe bidin, Ecevît ê ku 50 sal berê di hilbijartinê de bi serketibû, ji ber ku prensîbên netewperestiya teng ên komarê derbas nekir, bi serneket û Tirkiye demokratîk nebû. Tayyîp Erdogan tevî ku desthilatdarê herî demdirêj ê Komara Tirkiyeyê ye, ji ber ku nekarî zîhniyet û siyaseta li dijî Kurdan derbas bike, nekarî bibe damezrînerekî nû.

Niha, Ozgur Ozel wekî ku dibêje wê bi rastî jî bibe şexsiyeteke demokratîk? Gelo ew ê karibe CHP’a tekparêz, neteweperest veguherîne partiyeke bi rastî ya demokratîk? Komara ku ava kiriye wê karibe weke partiyeke demokratîk bike? Pir zelal e, tişta ku Tirkiye bê nîqaş hewcehiya wê pê heye demokratîkbûn e. Di rastiyê de di vê mijarê de gelek dereng jî maye. Eger karibe tiştekî bi vî rengî bi dest bixe, CHP’a Ozgur Ozel dikare siberojeke nû ava bike û mohra xwe li pêvajoyê bixe. Eger nekaribe CHP’ê demokratîk bike, tiştê ku bike, mîna yên beriya xwe wê ji demogojiya demokrasiyê wêdetir nekaribe tiştekî din bike.

 Bê guman demokratîkbûna Tirkiyeyê xwedî şaxên piralî ye. Eşkere ye ku xala bingehîn pêwîstiya demokratîkbûnê di aliyên aborî, siyasî, civakî û çandî de demokratîkbûna zihniyet û siyasetê ye û ev yek jî bi guhertina zîhniyet û siyaseta dij-Kurd, çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Bê guman ev pirsgirêk bi carekê û bi tena serê xwe çareser nabe, lê belê hin gavên destpêkê yên girîng wê hêdî hêdî li ber çareseriyê rê veke. Mînak, mirov dikare bi awayekî vekirî li dijî şerê li hember Kurdan destpê bike, ku ev yek sedema herî girîng a hemû krîzên Tirkiyeyê ye, bi taybetî krîza aboriyê. Dikarin li dijî sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ku tê de ti qanûn nayê pêkanîn, bê derketin. Ne tenê li dijî zextên faşîzan ên li hemberî xwe, di heman demê de zordariya faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd û siyaseta demokratîk bi rengekî vekirî dikare li dij derkeve. Bi hemû sazî û rêxistinên demokratîk û bi taybetî bi saziyên Kurdan re têkevin nava têkiliyeke vekirî û nîqaşan.

Bi kurtasî CHP’a Ozgur Ozel kete pêvajoyeke nû û bi îmtihaneke cidî re rû bi rû ye. Dikare hilbijartinên pêşwext bixe rojevê û hewl bide bibe rêveberiyeke giştî, yan jî bi rewşa xwe ya heyî re dikare gavên girîng ên demokratîkbûyînê biavêje. Dikare zihniyet û bernameyek ku demokratîkbûnê pêşbîn dike di sedsala duyemîn a komarê de derxe holê. Eger vê bike, wê bibe xwedî desteka Kurdan û hemû hêzên demokrasiyê. Ji bo vê jî divê ji demê re neyê hiştin û bi awayekî lezgîn tevbigerin. Naxwe wê krediya demokratîkbûyînê ya bi encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê re derket holê, winda bike û rewşeke nebaş mîna ku mirî jidayik bibe bijî.