Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinan dibin

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin. Her wiha her du aliyan diyar kir ku ji tevahî aliyan re vekirî ne.

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinan dibin
25 nîsan 2024   16:18
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew ê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinên şaredariyan bibin ku dê 30`yê Gulanê li dar bikevin.

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş di civînê de got: "Em bi awayekî fermi radigihînin ku dê bi lîsteyeke hevbeş bi Kombûna Jinan a Zenûbiya re tev li hilbijartinên meclisên şaredariyan bibin."

El Mihbaş destnîşan kir ku hevalbendiya wan ji hemû aliyên siyasî û hêzên din re vekirî ye û nîqaşên wan bi gelek partiyan re hene. Her wiha aşkera kir 4 partî yan jî tevgerên din dibe ku tev li hevalbeniyê bibin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa jî kêfexweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew ji hevalbendiyên din re jî vekirî ne.

El Mihbaş di civînê de pirsên rojnamevanan bersivandin û diyar kir ku dê 29 û 30`ê Nîsanê pêşhilbijartinên wan li dar bikevin.

Xod El Îsa jî got: "Em jî dê pêşhilbijartinan di 28`ê Nîsanê de li tevahî nivîsgehên xwe li dar bixin."

Têkildarî teşeya lîsteya ku dê ji Komîseriya Bilind a Hilbijartinan re bê pêşkêşkirin, El Mihbaş got: "Piştî bidawîkirina pêşhilbijartinan, dê lîsteyek bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê hebe."

Her wiha El Mihbaş da zanîn ku amadekariyên hilbijartinan li tevahî kantonên herêmê amade ne.

Xod jî aşkera kir ku navendên pêşhilbijartinan dê li her dera nivîsgeh lê hene, hebin.

(şx)

ANHA