Rêveberiya Xweser 50 ferdên malbatên DAIŞˊê radestî şandeyeke Tacîkistanê kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 50 ferd ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên Tacîkistanî radestî şandeya Komara Tacîkistanê kirin.

Rêveberiya Xweser 50 ferdên malbatên DAIŞˊê radestî şandeyeke Tacîkistanê kirin
25 nîsan, 2024   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şandeyeke Komara Tacîkistanê bi serokatiya balyozê Tacîkistanê li Kuwêtê Zubeydullah Zabidov tevî kesên pê re serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

Hevserokê daîreyê Fener Kiêt, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJˊê Lana Hisên şande pêşwaz kir.

Di civînê de her du aliyan li ser gelek dozan axivîn, di serî de rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet.

Fener Kiêt destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê girîngiyê dide diyaloga Sûriyeyî – Sûriyeyî û hewl dide vê armancê bi rêya dan û standina bi hemû aliyan re pêk bîne.

Kiêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser di beyannameya xwe de girîngiyê dide yekbûna xaka Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Kiêt da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zirareke mezin da binesaziya herêmê û mîlyonan şêniyan.

Kiêt diyar kir ku ew êriş li dijî kargehên xizmetguzarî, stasyonên av û kehrebeyê pêk hatin. Di encama wan êrişan de kehrebe û av li wan deveran qut bûn. Ev êriş jî qanûnên navneteweyî û peymana Cinêvê bin pê dikin, lê dîsa jî civata navneteweyî bê deng e.

Kiêt wiha domand: “Rewşa herêmê girêk e. Li gorî raporan êrişên dewleta Tirk bandoreke neyênî li têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ’ê kir. Vê jî hişt erkê Koalîsyona Navneteweyî zehmettir bibe. Her wiha di raporan de hat diyarkirin dibe ku DAIŞ ji vê rewşê sûd wergire û xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Her wiha xebatên vegerandina malbatên DAIŞ’ê ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo welatên wan, didomin. Lê belê pêwîstiya rewşê bi xebatên zêdetir heye.”

Zubeydullah spasiya xebatên şêniyên herêmê û saziyên ewlehî, leşkerî û rêveberî ji bo têkbirina terorê kir û hêvî kir ku ewlehî û aramî li seranserî cîhanê bi taybet li Sûriyeyê misoger be.

Her wiha Zubeydullah spasiya keda Rêveberiya Xweser û berpirsên wê ji bo vegerandina jin û zarokên DAIŞ’ê yên Tacîkistanî kir.

Di dawiyê de li gorî peymaneke radestkirinê di navbera herdu aliyan de 17 jin û 33 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên Tacikistanî, radestî şandeya Tacîkistanê hatin kirin.

(mh)