Şêniyên Reqayê di Roja Şehîdan de soza xwe nû kir

Şêniyên kantona Reqayê bi boneya Roja Şehîdan li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê merasîmek li dar xist. Di merasîmê de şêniyan soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir.

Şêniyên Reqayê di Roja Şehîdan de soza xwe nû kir
Şêniyên Reqayê di Roja Şehîdan de soza xwe nû kir
Şêniyên Reqayê di Roja Şehîdan de soza xwe nû kir
Şêniyên Reqayê di Roja Şehîdan de soza xwe nû kir
25 nîsan, 2024   22:55
REQA

Di merasîmê de malbatên şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Casim El Ehmed axivî û hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet şehîdên Qereçox bi bîr anîn.

Her wiha li ser navê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê hevserokê Meclisa Rêveber Xalid Berkel axivî û got: "Ji vir, ji vî cihê pîroz û bi hizûra QSD'ê ya ku rûmet û hebûna me diparêze em hemû şehîdên xwe di Roja Şehîdan de bi bîr tînin."

Berkel destnîşan kir ku bi saya şehîdan destkeftî hatine bidestxistin. Berkel bang kir ku xwedî berpirsiyar bin ku Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî bê avakirin.

Di dawiya merasîmê de beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(mh)

ANHA