Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 151an de didome

Çalakiya girtiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 151'emîn de berdewam dike.

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 151an de didome
25 nîsan, 2024   09:11
NAVENDA NÛÇEYA

Girtiyên azadiymê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. 

Girtiyên azadiyê di 4'ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

Çalakiya girtiyên azadiyê di roja 151'emîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.