Polîsên Belçîkî bi ser navendên Stêrk TV Medya Haber TV de girtin

Navendên Stêrk TV û Medya Haber TV yên li Belçîkayê bi êrîşê re rû bi rû hatin. Polîsan hemû komputur û amûrên teknîkî desteser kirin, hemû kabloyên weşanê birîn û tiştên din şikandin.

Polîsên Belçîkî bi ser navendên Stêrk TV Medya Haber TV de girtin
23 nîsan, 2024   07:59
BRÜKSEL 

Polîsên Belçîkî şevê din bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin. Polîsan di destêka ketina hundirê avahiyan re erkdarê ewlekariyê kelepçe kirin, li erdê dirêj kirin û şîdet pêk anî. 

Her wiha deriye odeya Uplink’ê şikandin û amûrên li hundir hemû xirab kirin.

Nêzî 200 polîsan 4 saetan di hundir lêgerîn kirin, dest danî ser komputuran û kabloyên komputur, rejî û kehrebeyê birîn.

Di dema êrişa ku tevahiya avahiyê hat talankirin de, polîsan tevahiya bajar jî dorpêç kir.