Rojnameyên erebî: Hemas li Qeterê dimîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de hebûna rayedarên Hemasê ya li Qeterê û rewşa Yemenê nirxandin.

Rojnameyên erebî: Hemas li Qeterê dimîne
24 nîsan, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye der barê hebûna rayedarên Hemasê ya li Qeterê de nûçeyek bi sernavê "Qeter û Tirkiye têkildarî Hemasê: Madem dan û standinên agirbestê hene li Dohayê dimîne" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye û Qeterê di eynê demê de got madem dan û standinên agirbesta bi Îsraîlê re dewam dikin, dê Hemas li Dohayê bimîne. Hate diyarkirin ku helwesta Qeter û Tirkiyeyê çend rojan piştî nîqaş û belavbûna agahiyên ku dê Qeter dest ji Hemasê berde û ji ber zextên Îsraîlê yên li ser Qeterê çêbû.  Her wiha hate destnîşankirin ku DYA Dohayê tawanbar dike ji bo serbestberdana rehînên Îsraîlê zextê li Hemasê nake.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Doha û Enqere bi çavên sûdê li Hemasê dinêrin û wiha hat domandin: "Li gorî çavdêran, dibe ku axaftina derketina Hemasê ji Dohayê kaxezek be da ku Qeter bi rêya wê zextê li Hemasê bike, ji bo ku di dan û standinan de nerm be. Sedema vê yekê ew e ku Qeterê demeke dirêj rexneyên Îsraîl û DYA’yê yên ji ber Hemasê tehemûl kir. Ev yek rola Dohayê dixe xetereyê ku di salên dawîn de hewl dide xwe wek karteke pêbawer di nermkirina helwêstên îslamîstan de li hember Washingtonê ji amerîkiyan re nîşan bide.”

‘DYA ÎRADEYA ÇARESERIYÊ ASTENG DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, ragihand ku "Erebistana Siûdî û Uman plan dikin ku têkildarî nexşerêya nûnerê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg, di dawiya Kanûna borî de pêşkêş kiribû, civînên nû li dar bixin.

Çavkaniyên ragihandinê yên nêzî Hûsiyan jî pêşbîn dikin ku eger DYA îtîrazê neke, dibe ku toreke civînan di navbera Sena û Riyadê de were lidarxistin. Çavkaniyan diyar kir ku kêmkirina aloziya aborî ya di navbera Sena û Edenê de, ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji bo dayîna mûçeyên karmendan dê rojevên civînan bin."

(bb)

ANHA