ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-04-2024
26 nîsan, 2024   02:00

Şêniyên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî ku Rêveberiya Xweser dema ruxsetkirina partiyên siyasî dirêj kir, 3 partiyên din rûxsetên xwe wergirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zozan Xelîl diyar kir ku dema 16 çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişa malekê kir, li kalemêrekî da û heqaret lê kir, şahid bû. Li kêlek wê jî sûca tecawîzkirina keçekê û qetilkirina wê li Efrînê dagirkirî jî bihîst. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şerê li Sûdanê derbasî sala xwe ya 2’yemîn dibe. Di encama şer de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran birîndar bûne û bi hezaran ji cih û warê xwe bûn. Dîsa jî bi serî de jin û zarok ku li dijî wan bi dehan binpêkirin, bazirganiya bi mirovan û destdirêjiya zayendî li dijî wan hatine kirin,  gelek kesan ji ber alava şer a kujer koçî welatên derdorê kirin. (BI WÊNE)

Bi diruşma ˊBi metoda ekolojîk, em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û çareseriyekê ji doza Kurdî re bibîninˊ Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1ˊemîn kongreya xwe li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo li dar dixe, saet 08:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Adil Îbrahîm El Mihemed li goristana şehîdên Til Hemîsê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê ˊMîhrîcana Biharêˊ li keviyên çemê Firatê li navçeya Sirînê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)