Şêniyên Zorava Roja Şehîdan bi bîr anî

Şêniyên taxa Zorava ya Şamê Roja Şehîdan bi bîr anî û diyar kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan ên azadiyê li ser şopa wan in.

Şêniyên Zorava Roja Şehîdan bi bîr anî
25 nîsan 2024   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a paytexta Sûriyeyê Şamê bi boneya Roja Şehîdan bi beşdariya bi dehan şêniyên taxa Zorava, daxuyaniyek da.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdurehman Ferhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişa hewayî ya 25'ê Nîsana 2017'an li dijî navendên operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ'ê û navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çiyayê Qereçox ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hat şermezarkirin. Her wiha hat gotin di encama êrişê de 20 şervan û rojnamevan şehîd bûn. Rêveberiya Xweser 25ˊê Nîsanê Roja Şehîdan ragihand.

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.

(mh)

ANHA