Li Qamişloyê yekemîn pêşangeha teknolojiyê

Li Qamişloyê yekemîn pêşangeha teknolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 24 şîrket û dahênerên ji herêmê hate vekirin.

Di pêşangehê de gelek amûrên teknolojîk û projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava tên pêşandan.

Şîrketa Rcell li Hola Zana ya li Qamişloyê pêşangeh li dar xist. Di roja yekemîn a pêşangehê de nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û gelek kesên din beşdar bûn.

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Mihemed Şewqî û hevserokê Nivîsgeha Pêywendiyan a Rêveberiya Xweser Gandî Hesen deriyê pêşangehê vekir.

Di vekirinê de, gerînendeyê bazirganî û firotinê yê Rcellê Hisên Badilî axivî û wiha got: "Lidarxistina vê pêşangehê li herêmê bûyereke pir girîng e. Pêşangeh li pêş dahêneran da ku berhemên xwe pêşkêş bikin, derfetek e.”

Li aliyekî din jî hevserokê Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Mihemed Şewqî axivî û wiha got: "Pêşangeha yekemîn a teknolojiyê bûyereke şareza û gaveke girîng e. Her wiha rola wê di geşkirina aborî û civaka herêmê de heye."

Şewqî wiha domand: "Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe girîngiyeke mezin dide saktora teknolojiyê û destekê dide çalakiyên wiha."

Endamê Komîteya Rêveber a KNK′ê Ekrem Hiso jî got: "Lidarxistina pêşangehên wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike ku Rêveberiya Xweser û gelên herêmê li ser pêşxistina herêmê ji tevahî aliyan ve bi israr in û ev yek nîşaneya avakirina herêmeke nimûneyî li Sûriyeyê ye."

Pêşangeh dê 2 rojan saet ji 10:00′an heta 19:00′an dewam dike. Semînerên li ser teknolojiyê dê tê de werin dayîn. Li kêleka wê jî di bernameyê de pêşbirk hene.

(fr)

ANHA


Mijarên Din