'Ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne, dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef'

Ciwanên Şoreşger ên li Minbicê nerazîbûn li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê nîşan dan û gotin ku ew ê di rêzekê de li hemberî êrişên wê bisekinin. Her wiha ciwanên herêmê hişyar kirin ku bi şerê taybet ê ku dewleta Tirk dimeşîne bi bandor nebin.

Ciwanên Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji ANHA'yê re axivîn û diyar kirin ku ew rê nadin ku dewleta Tirk buhistekê ji xaka Sûriyê dagir bike.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbic û gundewarên wê Ehmed Cemîlî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şeremzar kirin û gotin ew ê ciwanên şoreşger ên Minbicê dê di rêzekê de li hemberî êrişên faşîzma dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

'EM KIRYARÊN DAGIRKERAN RED DIKIN'

Cemîlî destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker demografyaya herêmê biguhere û nehêle ku şênî ewle bijîn, her wiha xêr û bêra herêmê talan bikin û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de girîngî daye pêkanîna şerê taybet li dijî çînê ciwanan, da ku ciwan ji cewherê wê sereke derxînin û fikirê wan bi hişbirê ve mijul bikin. Şerê fikirê ji şerê leşkerî bi gelekî xetertir e."

'ÇEKA CIWANAN HIŞYARBÛN E'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbic û gundewarê wê Ehmed Cemîlî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dikve ciwan û jinên ciwan li hemberî rêbazê şerê taybet hişyar be, ev rêbazê bi rêya bikaranîna ciwanan dibe ku bibe sedema wêrabûna civakê.

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê Meryem Şahî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê bû bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan şeremzar kirin. Meryem Şahîn anî ziman ku dewletên derve piştgiriyê didin tundî, koçberkirina şêniyên herêmê û siyasetên tirkkirinê.

'DEWLETA TIRK ŞERÊ TAYBET LI SER CIWANAN DIMEŞÎNE JI BER KU CIWAN PÊŞENGÊN CIVAKÊ NE'

Meryem Şahîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dijmin şerê taybet li dijî çînê ciwanan pêk tîne, ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne. Armanca wê ji vê yekê ew e ku ciwan ji qadên parastina dûr bixin da ku herêmê dagir bikin."

'EM NAHÊLIN KU BIHOSTEK JI XAKA ME WERE DAGIRKIRIN'

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Sûriyê yê Minbic û gundewarê wê Mistefa Misirî got ku ciwanên şoreşger dê li hemberê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet navçeya Eyn Îsayê bisekinin û rê nadin ku dagirker bihostek ji xaka wan dagir bike.

ANHA


Mijarên Din