Şahoz Hesen: Partiya Yekîtiya Demokratîk gavên mezin avêtin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Şahoz Hesen got: “Şoreşa Rojava bûye mînaka yekîtiya niştîmanî ya Kurdistanî.

Şahoz Hesen got ku, PYD'ê yekîtiyek di navbera pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kiriye û got ku, wan jî wek partî di pêvajoya derbasbûyî de hewldane ku dengê gelê herêmê bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bigihînin hemû cîhanê.

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen balkişand ser piştî ku kongra partiya xwe ya 7'an a ku di Îlona 2017`an de lidarxistin, ji wê rojê heya îro hewldane ku , li her deverê li gorî pêwîstiyên vê pêvajoyê xwe birêxistin bikin. 

Hesen wiha berdewamî da axaftia xwe: "Wek partiyek di nav sîstema Rêveberiya Xweser de armanca me xurtkirina projeya  demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lewra me ji bingeh ve destpê kir. Me rolek çalak di birêxistinkirina civakê de lîst. Ev kar bi rêya komîn û meclisan hat rêvebirin. Ev ji bo projeya sîstema demokratîk xebatên me yên bingehîn ê yekemîn bû. Komîn û meclis bi awayekî demokratîk bi rêya dengdayînê hatin hilbijartin. Hinek hêzên herêmî çavdêriya hilbijartinan kirin."

Hesen êrîşên dewleta tirk ku piştî hilbijartinên komîn û meclisan herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê rastî pêşketin bibîrxist û got, "Hin herêm hatin dagirkirin. Di Berxwedana Serdemê de li Efrînê û Berxwedana Rûmetê li Serêkanî û Girê Spî partiyê yekser dest bi rêxistinkirina refên civakê kir."                                  

Kantona Efrînê di 20`ê Çileya 2018`an de rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker hat. Şêniyên kantonê tevî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heya 58 rojan berxwedanek bêhempa meşandin. Di 9`ê Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Watanî ya Sûriyê” ya ku ji bermahiyên DAIŞ`ê pêk tê, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Van hovan gelek komkujî li ser şêniyan pêk anîn.

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me heya astek mezin karî civakê li gorî pêwîstiyên civakî birêxistin bikin û êrişên Tirkiyê bişkînin. Em di vê têkoşînê de ne bi tenê bûn. Gelek hêz û partî hebûn. Lê rola herî mezin a partiyê bû. Partî, partiya yekane ye ku pergala hevserokatiyê dimeşîne. Partî girîngiyê dide rola jinê ya di têkoşîna siyasî de. Lewra kongreyek taybet bi jinê di nav partiyê de lidar xist. Meclisek jinê ava kir û girîngiyek mezin da rola ciwanan û kongreya giştî ya ciwanên partiyê li dar xist. Bi van gavan me civak bi awayekî baştir birêxistin kir. Me tevahiya çînên civakê tev li partiyê kirin."

ALIYÊN SIYASÎ Û DÎPLOMASÎ

Hesen destnîşan kir ku PYD, partiyek ji partiyên sosyalîst ên navneteweyî ye û wiha pê de çû: “Bi rêya endamtiya xwe dengê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihand cîhanê. Tevî wê jî siyasetên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên wê yên hovane li dijî herêmê eşkere kirin. Têkiliyên me bi dostên me yên demokratîk ên li derve re hene. Em ji wan re rewşa herêmê şîrove dikin. Di vî warî de partiyê gavên mezin avêtin."

LI SER ASTA KURD Û KURDISTANÊ

Girêdayî xebatên PYD’ê yên di dema di navbera kongreya 7`an û lidarxistina kongreya 8`n de li ser astên Kurd û Kurdistanê, Hesen ev tişt got: “Tevî 21 partiyên Kurd ên di nav Rêveberiya Xwe ser de me lêvgerek Kurd ava kir. Bi rêya wê lêvegerê me astengî û pirsgirêkên ku rastî gelê Kurd li herêmê dihatin, nîqaş dikirin. Her wiha nîqaşên me girêdayî sekinandina li hember êrişên li dijî herêmê û kurdistanê bûn. Me rêzecivîn bi partî û hêzên Kurd re li parçeyên din ên Kurdistanê lidar xistin. Nîqaşên wê têkildarî awayên lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bûn. Me nikarî kongreyê lidar bixin, lê me heta radeyekê karî nêrînên partiyên din ên Kurd li Kurdistanê nêzî hev bikin. Ji girîngtirîn gavên partiyê, piştgiritiya tevahiya însiyatîf yekrêziya Kurd li Rojava ye. Mîna însiyatîfa rewşenbîr û hunermendan, Hêzên Sûriya Demokratîk û Komîteya Kongreya neteweyî ya Kurdistanê li Rojava.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şahoz Hesen got: “Şoreşa Rojava bûye mînaka yekîtiya niştîmanî ya Kurdistanî. Dema em derbasî goristanên şehîdan ên herêmên Rojava dibin, ew tişt bala me dikişîne. Şehîd ji tevahiya Kurdistanê ne."

Hesen di dawiya axaftina xwe de li ser asta Sûriyê wiha got: “Partiyê rêgezên yekîtiya niştîmanî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê ava kir. Ev yekitî bi keda şehîdan ava bû. Rojava, li Sûriyê û Kurdistanê bûye sembola şoreşa azadiyê û li tevahiya cîhanê deng vedaye.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din