Partiya El Weten El Sûrî tev li hilbijartinan dibe

Partiya El Weten El Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.

Partiya El Weten El Sûrî tev li hilbijartinan dibe
9 gulan, 2024   13:43
HESEKÊ

Endamên Partiya El Wetan El Sûrî li Parka 4’ê Nîsanê kom bûn û bi daxuyaniyekê ragihand ku dê beşdarî hilbijartinên şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.

Sekreterê giştî yê partiyê Sabit El Cehwer daxuyanî da û got: "Wek Partiya El Weten El Sûrî em bi vê yekê bawer in ku divê şêniyên her herêmê kar û barên jiyana xwe li gorî berjewendiyên xwe biparêzin. Kar û beşdarbûn ji rûniştin û beşdarnebûna baştir e.

Em bi guhertina rasteqîn bawer in ku pêwîstiya me pê heye. Em partiyeke siyasî ne ku ji we ava bûye. Armanca me hûn in. Me rewabûna xwe ji we girtiye û ji ber ku hêz û serkeftina me bi saya we ye, ji bo ku em û hûn bi hev re berpirsyariya rêveberiya herêmên xwe rakin û rewşa xwe ya jiyanî baş bikin, em radigihînin ku em ê beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin."

Li gorî daxuyaniyê bernameya partiyê ya ji bo hilbijartinê wiha ye:

- Ji bo projeyên geşepêdan û pêşxistinê ku pêwîstiya welat pê heye, nêrîneke stratejîk were dayîn.

- Ji bo mijarên têkildarî belavkirina xizmetan, hevkarî bi rêxistinên civaka sivîl ên li herêmê re were kirin.

- Xizmetên şaredariyan pêşkêşî tevahî welatiyan bêyî cudabûn an dûrxistin bê kirin. Pêşxistina asta pisporiyê ya karmendan.

- Peydakirina jeneratorên ceyranê ji şêniyan re ku di bin çavdêrî û rêveberiya şaredariyê de bin.

-  Piştevaniya saziyên çandî û pêşkêşkirina xizmetan ji astengdaran re.

- Piştgiriya projeyên jin û ciwanan.

-  Çareseriyên lezgîn ji pirsgirêka çopê re were peydakirin, zêdekirina qadên bi dar û ber.

 - Sererastkirin rêyan, vekirina rêyên nû û pêşxistina têketinên bajarok û taxan.

 - Di hemû qadan de piştgiriya projeyên biçûk û yên navîn.

- Piştgiriya qadên çandinî û sewalvaniyê.

- Ji pêşwazîkirina gilî û pêşniyaran û şopandina wan avakirina rûpeleke elektronîk.

- Hêsankirina xebatên welatiyan, avakirina çandeke hesabpirsînê û berpirsyariyê di nava şaredariyan de.

- Bacên şaredariyê ji nû ve li ber çavan re derbas bikin, da ku ew li gorî dahatê bin û kontrolkirina rasyonelê çalak bikin da ku tevliheviya buhayan kêm bikin.

(bb)