Şertên namzetbûna hilbijartinên şaredariyan

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên namzetbûna hilbijartinên şaredariyan aşkera kirin.

Şertên namzetbûna hilbijartinên şaredariyan
12 gulan, 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Komîseriya Bilind a Hilbijartinên şertên namzetbûnê wiha ne:

Divê 18 sal derbas kiribe.

Divê herî 5 sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştibe.

Divê xwedî pisporî be.

Divê ne ji endamên hêzên leşkerî yan jî saziyên ewlehiyê be.

Nabe namzet endamê yek ji lijneyên hilbijartinê be.

Di navbera hevpeymaniyê de peymanê girê bide.

Divê logoya fermî ya hevpeymaniya partiyan bipejirîne.

Daxwaznameyên namzetbûnê ji kesên li derveyî herêma îdarî ya şaredariyê nayên qebûlkirin.

Dema kaxizên ji bo namzetbûnê tên xwestinê nehatin temamkirin, namzet an partiyên siyasî û hevpeymaniya siyasî tên agahdarkirin û dema kaxiz temam bûn dikare daxwaznameya namzetbûnê pêşkêş bike.

Divê partî û hevpeymaniya siyasî nûnerên xwe bi nav bikin da ku têkilî û hevkarî bên kirin û îtîrazan li pêş lijneya komîseriyê bên pêşkêşkirinj.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema nazmetbûnê diyar kiribû wiha ye: 12.05.2024 heta 18.05.2024ˊan.

(fr)