'Îslama demokratîk ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî yeˊ

Di 3'yemîn Kongreya Kongra Îslama Demokratîk de peyam hatin xwendin. Di peyaman de hat destnîşankirin ku pergalên desthilatdar Îslam reş kir û ji bo welatan wêranî anî.

'Îslama demokratîk ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî yeˊ
'Îslama demokratîk ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî yeˊ
'Îslama demokratîk ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî yeˊ
'Îslama demokratîk ji pirsgirêkên li cîhanê re çareserî yeˊ
12 gulan, 2024   17:26
QAMIŞLO

Kongreya 3'yemîn a Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya 450 endaman û bi dirûşma "Ictîhad û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in", didome.

Peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê hat xwendin û di peyamê de hat destnîşankirin ku Îslama demokratîk çareseriya dozên aloz ên sedan sal e. Piştre cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan Ebid li ser hewldanên hêzên zordest ên reşkirina Îslama rastîn axivî.

Ebid got: "Hin kesan ji bo desthilatiyê ol bi kar anîn. Ev jî li Sûriyeyê diyar bû. Hin kesan xwe wek waliyê Îslamê nîşan da û destek da komên çekdaran ên ku wêranî, talanî û kîn ji herêmê re anîne."

Ebid hêvî kir ku di encama kongreyê de aloziya heyî çareser bibe û wiha pê de çû: "Em ji cîhanê re aşkera dikin ku em bangawazên aştiyê ne, wêranî û talaniyê naxwazin. Em zimanekî lihevkirinê dixwazin."

Ebid teqezî bi girîngiya hevgirtin û lihevkirinê ji bo avakirina civakeke pêşketî û tijî hezkirin, da.

Berdevka Kongra Star Reyhan Loqo li ser rola kongrayê di belavkirina aştî û biratiyê de di nav hemû bawerî û olan de axivî û got: "Pêwîst e îslameke demokratîk, civakeke exlaqî û siyasî û jiyaneke aram û ewle bê avakirin. Kongra Îslama Demokratîk jî ji bo pêkanîna vê yekê tê koşiya û kombûna me ya îro nîşana wê ye."

Reyhan Loqo diyar kir ku hêzên desthilatdar û zordest li herêma Rojhilata Navîn îslam reş kir. Ji bo ku cîhanê ji vê yekê rizgar be, dive îslama demokratîk pêk bîne.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser olên Îbrahîmî ji aliyê cîgirê hevseroketiya Kongra Îslama Demokratîk Ebdurehman Bedirxan ve hatin xwendin.

Piştî xwendina sirûdên olî, rapora salê ya xebatên Kongra Îslama Demokratîk ji aliyê cîgirê hevseroketiya Kongra Îslama Demokratîk Mazin Harûnî ve hat xwendin.

Piştre kongre dûrî çapemeniyê dom kir. Komîteya amadekar diyar kir ku dê rewşa rêxistinî were nîqaşkirin, rêzikname bê xwendin û hin guhartin çêbin û hevseroktiyeke nû bê hilbijartin.

Her wiha komîteyê da zanîn ku di nîqaşan de dê xebatên kongreyê li gorî Hevpeymana Civakî bên amadekirin.

(mh)

ANHA