‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku rewşa herêmê di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk a dagirker de her ku diçe aloztir dibe û li dijî wê şoreşeke mezin pêwîst e.

‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
‘Li dijî dagirkeriyê şoreşeke mezin pêwîst dike’
12 gulan, 2024   05:06
HELEB
MIHEMED EBDO

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam di Adara 2015’an de Idlib bi temamî xist bin kontrola xwe, pê re jî aloziya siyasî û leşkerî zêdetir bû û komên çete yên ku li gorî berjewendiyên hêzên destwerdêr tev digerin, lê derketin.

Em ê di vê raporê de, di serî de xwepêşandanên dawîn ên li dijî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û aliyên li pey xwepêşandan, balê bikişînin ser rewşa Idlibê.

ALOZIYA AJANÊN HEVBENDIYÊ

Di navîna 2023’yan de hêzên ewlehiyê yên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi seden endam û fermandarên HTŞ’ê, hinek kesên din bi tawana "ajantiya" ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê yan Rûsya yan jî hikumeta Şamê re dikin, girtin. Li hemberî vê bûyerê li Idlibê xwepêşandanan dest pê kir.

Sekreterê giştî yê herêma Idlibê Ebû Mehcen El Heskawî û ji damezirînerên HTŞ’ê Ebû Mariya El Qehtanî bûn. Li gorî raporan, her du kesên navborî jî di nav de, nêzî hezar kes ketin lêpirsînê ku bi dehan mehan dewam kir.

Çete El Qehtanî piştî hat berdan di êrişeke xwekuj de hat kuştin. Di wê demê de dihat gotin ku êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, lê heta niha DAIŞ êriş negirtiye ser xwe.

El Colanî gotibû ew amade ye çi kesên ku di rêya desthilata wî de disekinin, bikuje. Li gorî nûçeya rojnameya El Erebî ji fermandarên berê yên HTŞ’ê Salih El Hemewî, El Colanî tawanbar kirin ku kuştinê dike û gotibû, DAIŞ ji 3 salan ve tu teqîn li Idlibê çênekirine û sedema vê yekê spart ku DAIŞ’ê û HTŞ’ê lihevkirineke ji bo derbasbûna fermandar û malbatên DAIŞ’ê serdana xizmên xwe yên li Çolistana Sûriyeyê bikin.

Piştî wê serçeteyên HTŞ’ê gelek civîn li dar xistin. Ji serçete Ebû Mihemed El Colanî, pêkhateyên civakî û şêx û rûspiyên herêmê beşdarî civîna bûn. Di civînan de soz hate dayîn ku li beramberî rawestandina xwepêşandanan daxwazên wan bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de ji bo girtiyan biryara efûya giştî hat dayîn.

Ji dema kuştina El Qehtranî li Idlibê, bêdengî û tirs serwer e. Xwepêşandan û provokasyon sekinîne. Alîgirên El Qehtanî tu helwest nîşan nedane.

Aşkera bû ku xwepêşandan wekî pevçûnên li ser desthilatdariyê bûn, nemaze ku daxwaza çûyîna El Colanî tenê dihat kirin û daxwaza jihevistina HTŞ’ê nehat kirin. Dîsa jî hildana dirûşmên îslama tundraw nesekinîn.

KÎ LI PEY XWEPÊŞANDANAN E?

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî Emîn El Siwêd der barê xwepêşandan û rewşa Idlibê de ji ANHA’yê re axivî.

Elî Emîn El Siwêd diyar kir ku di serî de dewleta Tirk, gelek alî li pey van xwepêşandanan in û her aliyek xwepêşandanan li gorî berjewendiyên xwe dide kirin û got: "Aliyê yekemîn Tirkiye ye, dixwaze hinceteke navneteweyî û xwecih ava bike da ku bi rêya ajanên wê yên fermandarên herêmên dagirkirî yên li bakurê Helebê bi El Colanî re rûnên. Tirkiye bi vê yekê dixwaze sazûmaniya her du herêman (Idlib û bakurê Helebê) wekî yek kanton di bin serweriya wê de saz bike.

El Siwêd bal kişand ser Hizb El Tehrîr jî û wiha axivî: “Aliyê duyemîn an ku Hizb El Tehrîr ku xwe wek şoreşeke sivîl nîşan dide û daxwaza serbestberdana revaniyên li gel HTŞ’ê yan Cebhet El Nusra dike jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê destekkirin û li gorî El Colanî bi xwe tev digire da ku ev mijar bikeve armanca sereke ya Tirkiyeyê. Aliyê sêyemîn xizmên kesên ku ji 3 salan ve di girtîgehên çeteyên HTŞ’ê de ne. Xema yekane ya vê beşê ew e ku zarokên wan ji girtîgehan rêxistina terorîst werin berdan."

Li gorî El Siwêd, aliyê çaremîn şoreşgerên ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li bakurê Sûriyeyê red dikin e û got: "Wan sûd ji tevgera şanoyî ya xwepêşandanan girt û daxwazên xwe pir kirin. Lê zexta li ser wan zêde bû ku dikarin ji dema bê werin jihevxistin. Ev beş lawaz e, nikare tevgerê bike û di bin çavdêriya saziya ewlehiya giştî ya girêdayî Colanî de ne."

El Siwêd bal kişand ser rewşa debarê ya li Idlibê û got: "Hêja ye ku bi sedan şoreş li dijî desthilata terorî rabin, lê tu kes cesaret bike li hemberî vê rewşê rabe, tenê dema ji bo banga hilweşîna El Colanî xwepêşandan kirin. Êdî girtî, bihabûnê dikin hincet ji bo ku xwe ji lepê desteyê xilas bikin."

Elî El Emîn El Siwêd di dewama axaftina xwe de got: "Çawa welatên rojava, rejîma Sûriyeyê di serî de aliyên Astanayê jî devera bakurê Sûriyeyê wek herêmeke tirkî dinirxînin. Diyar e ku rejîma Sûriyeyê bi rêya bazaran û bi berdêlan bakurê Sûriyeyê ji Tirkiyê re dihêle. Li gorî bazarên her du aliyan; Tirkiyeyê destek da tesfiyekirina şoreşa Sûriyeyê û serweriya hikumeta Şamê li 3 herêmên kêmkirina şer; Dera, gundewarên Şamê û Himisê vegerandin. Li beramberî wê Tirkiyeyê hebûna xwe ya li bakurê Sûriyeyê ji deriya heta zêdetirî 30 km di kûrahiya Iraqê de bi pêş xist. Tirkiye bi hinceta avakirina herêmeke ewle û bi hinceta Lihevkirina Edeneyê ya nûkirî nîvê sînorê bakur dagir kiriye. Rejîma Sûriyeyê ji bilî Rêya M4 naxwaze van herêman vegerîne. Her wiha naxwaze penaberên ku bûne barek li ser dewletokeke binkeftî vegerin. Bi vê yekê derfet peyda kirin ku statuyeke mîna Qibrisa Tirk, li bakurê Sûriyeyê ava bike."

‘DIYALOG ÇARESERÎ YE’

Mihemed El Emîn El Siwêd rêbaza çareserkirina aloziya li Idlib û gelemperiya Sûriyeyê vegot û wiha destnîşan kir: "Însiyatîfên rasteqîn ku dê bikarin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin, însiyatîfên sûriyeyên li tevahî Sûriyeyê yên ji tevahî netewe û etnîkên Sûriyeyê ye, yên dûrî rejîma Sûriyeyê ne. Tenê bi vê rêbazê em dikarin welat rizgar bikin û dewleta rasteqîn a hemwelatîbûnê ava bikin. Divê hilweşandina rejîma Sûriyeyê armanca yekemîn be û armanca duyemîn welatekî ji bo her kesî be.”

(bb)

ANHA