Rexne wêjeyê bi pêş dixe

Di çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ de rexneya wêjeyê cihekî fireh girt. Ji ber ku ew di pêşxistina wêje, dewlemendî û xurtkirina wê de girîng e.

Rexne wêjeyê bi pêş dixe
3 gulan, 2024   05:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Wêjeya rasteqîn hêza xwe ji rexneyê werdigire. Ji ber ku rexne rê li ber pêşketina wê vedike, her wiha tevgera wêjeyê xurt dike ku wê dewlemend dike û bi pêş dixe. Li kêlek wê jî rola rexneyê di avakirin û afirandina wêjeya nûjen de girîng e.

Di çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ yên roja 5ˊan de ku li Hotêla Êndîwar a Dêrikê yê kantona Cizîrê hatin lidarxistin de rojeva taybet li ser rexneya wêjeyê bû. Endamê Dîwana Wêjeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Menhel Xelef li ser rola girîng a rexneyê di wêje û girîngiya wê de axivî.

Xelef diyar kir ku pêşniyarkirina mijara rexneya wêjeyê di Hefteya Wêjeyê de girîng e. Ji ber ku ew wêjeyê bi pêş dixe.

Xelef wiha domand: "Bi pêşketina teknolojiyê re di wêjeyê de pêşketinek berbiçav çêbû û bi wê re teoriyên wêjeyê bi pêş ketin. Wê yekê jî hişt wêje bi pêş bikeve û baş be. Rexneya wêjeyê jî deriyekê girîng a pêşketina zimanan bi giştî, bi taybet jî zimanê Kurdî ye."

Xelef anî ziman ku rexneya wêjeyê di têgihîştina xebatên wêjeyî û analîzekirina wan de dibe alîkar û wiha pê de çû: "Di çalakiyên Hefteya Wêjeyê yên salên borî li Kobanê û Qamişlo hatibûn lidarketin de, semînerên danasînê li ser rexenay wêjeyê hatibûn pêşkêşkirin. Ev rexne jî ji bo pêşketina xebatê girîng bûn. Gelek pirtûkên Kurdî li ser refikan mane, nehatine xwendin û naverokên wan nehatine aşkerakirin. Divê rexnegir bişopînin û nêrên xwe pêşkêş bikin."

Menhel Xelef di dawiyê de got rexneya wêjeyê çavê civakê ye û bi rexneyê wêjeya Kurdî bi pêş dikeve û xurt dibe.

Rexneya wêjeyê girîngiyê dide nivîsên wêjeyê, da ku taybetmendiyên başbûn û nebaşûnê aşkera bikin. Her wiha xwe dispêre naverok, wate, gotin û rexneyê. Rexne li nebaşiyên di nivîsa wêjeyê de nagire.

(fr)

 ANHA