Şehîd Mizgîn li Reqa û Kobanê hate bibîranîn

Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê li kantona Firat û kantona Reqayê şehîd Mizgîn bi bîr anî.

11 gulan, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunerê li kantona Firat û kantona Reqayê bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo bîranîna şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) 2 çalakiyên cuda li dar xistin.

KOBANÊ

Li Kobanê çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar ket.

Endama rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Fatme Xelîl di çalakiyê de axivî û got: "Şehîd Mizgîn li dijî dewleta Tirk a faşîst û adetên paşverû, tê koşiya û li ber xwe da. Hunera xwe kir çek û li hember dagirkeriyê tê koşiya."

Dûre belgefîlmeke kurt der barê jiyana şehîd Mizgîn de hate nîşandan.

Piştre komên stranan ên Peymangeha Vejîn, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stranên şehîd Mizgîn gotin.

REQA

Ji bo bîranîna şehîd Mizgîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Koma Tevgera Hîlala Zêrîn stranên şehîd Mizgîn gotin.

Her wiha hevseroka Desteya Çand û Hunerê Lîlav Xelîl axivî û got: "Şehîd Mizgîn, di hunera şoreşgerî de efsane ye."

Koordînatora Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Îsra El Hesen jî got: "Şehîd, sembola fedakarî û wefadariyê û meşala ne ku rêya me ronî dikin."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Mizgîn hate pêşandan, di dawiyê de Koma Palmîra ya Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser şehîd Mizgîn pêşkêş kir.

(şx)

ANHA