2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir

2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Hesekê dest pê kir.

2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk dest pê kir
10 gulan 2024   15:35
HESEKÊ

2`yemîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma "Bi zanist û zanînê em ê xwe bi rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin" li Hola Serdem a Hesekê dest pê kir. Nêzî hezar delege û endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif tev li kongreyê bûn.

Foza Yusif di kongreyê de axivî û lidarxistina wê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Fozayê wiha domand: "Ev kongre, dê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran li tevahî herêman."

Fozayê diyar kir ku tevgera rizgariya Kurdistanê bi ciwanan û li zanîngehan bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî dest pê kir û fikrê azadiyê ava kir û li cîhanê belav kir.

Her wiha Foza destnîşan kir ku ciwan bi rêya birêxistinkirina xwe dikarin dîrok, pêşeroja welat û gelê xwe binivîsin.

Çaverê ye ku perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û rapora salane ya xwendekaran werin xwendin û sînevîzyonek têkildarî kar û xebatên xwendekaran bê pêşandan.

Li gorî bernameya kongreyê, dê hevserokatiya tevgerê bê hildijartin û hin guhertin di rêziknameya wê de bê çêkirin.

(şx)

ANHA