Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya qetilkirina jinan şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku li hember sûcên li dijî jinan tên kirin, divê gavên cidî werin avêtin û bang li saziyên têkildar kir ku sûcdaran ceza bikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya qetilkirina jinan şermezar kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya qetilkirina jinan şermezar kir
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya qetilkirina jinan şermezar kir
12 gulan 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê kantona Tebqa û şaxê kantona Minbicê têkildarî van sûcan û siyasetên hişmendiya baviksalarî ya li dijî jinan 2 daxuyanî dan. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên her du kantonan, endamên deste, meclisên girêdayî wan û partiyan tev li çalakiyê bûn. 

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê kantona Tebqayê Necah El Hisên daxuyaniya meclisê xwend. Her wiha endama rêveberiya Komîteya Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê kantona Minbicê Hena Telcîbnî daxuyaniya meclisê xwend. 

Di her du daxuyaniyan de, bûyerên li Qamişlo, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên li dijî 3 jinan rû dane, hatin şermezarkirin.

Di meha borî û vê mehê de li Qamişloyê cenazeyê jinekê di malekê de, her wiha li bajarê Tirbespiyê û Dirbêsiyê jî cenazeyên 2 jinan hatibûn dîtin.

Li gorî raporên tenduristiyê, 2 ji wan jinan hatine kuştin. Ji ber wê aliyên têkildarî lêpisîn vekir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demekê de jin gihaştiye pêvajoyeke dîrokî ya têkoşîna xwe, gelek destkeftî bi dest xistin û xwe amade dike ku tev li hilbijartinên şaredariyan ên herêmê bibin, ev bûyer rû didin.

Her wiha di daxuyaniyên meclisê de bang hat kirin divê, ji bo ku rê li pêşiya sûcên tundiyê û kuştina jinan bê girtin gavên cidî bên avêtin û civakê hişyar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, divê saziyên têkildarî bi awayekî cidî nêzî van bûyeran bibin, lêpirsînê bi lez çêkin, sûcdaran bigirin û hesabê ji wan bixwazin û cezayên herî giran li wan bibirin. Da ku careke din ev bûyer pêk neyên. Her wiha divê jin werin parastin, nirxên exlaqî û mirovî bên misogerkirin.

(şx)

ANHA

tebqa

minbic