QSD: Ji bo serdegirtina şaneyên terorîst de me tedbîr girtin

QSDˊê diyar kir ku li ser paşxaneya êrişa terorîstî ya rêxistina DAIŞˊê li rojhilatê Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê girtine û hin herêmê girtine da ku bi ser şaneyên terorîst de bigirin.

QSD: Ji bo serdegirtina şaneyên terorîst de me tedbîr girtin
11 gulan, 2024   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hêzên wan ji bo serdegirtina şaneyên terorîst û pêkanîna ewlehiyê tedbîr girtine.

Daxuyanî wiha ye:

"Li ser paşxaneya êrişa terorîstî ya rêxistina DAIŞˊê ku bendeke hêzên me li bajarê Şihêl hedef girtiye, hêzên tedbîrên ewlehiyê li rojhilatê Dêrazorê girtin. Hêzan tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde kirin û hin herêm girtin da ku bi ser şaneyên terorîst de bigirin û lêpirsînê bi kesên alîkariya terorîstan dikirin pêk bînin. Dê ev tedbîr aşkera bin û bi rûspiyên herêmê, meclisên sivîl û leşkerî hevkarî bê kirin."

(fr)