Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir

Cotkaran li kantona Reqayê dest bi berhevkirina fêkiyên havînê kir û daxistin sûkan. Cotkar dibêjin mewsim baş e û têra wan û herêmê dike.

Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
Li Reqayê berhevkirina fêkiyan dest pê kir
12 gulan, 2024   07:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Başûrê kantona Reqayê bi fêkî û sebzeyan navdar e. Ji ber ku li herêmê av peyda dibe, avhewa û ax baş e, cotkaran dar li rûbarên berfireh çandine.

Beriya 15 salan darên berhemdar li Reqayê hatine çandin. Li gorî cotkaran ev cure çandinî ji bo herêmê ya herî baş e.

Cotkaran bi destpêka Gulanê re dest bi hin fêkiyan kiribû, mîna xox, sêv û tû û dadixin sûkên xwecih û Sûka Hal a bajarê Reqayê ku bi rêya wê, hinardeyî kantonên din tê kirin.

Baxek li bajarokê El Kesra yê cotkarê bi navê Hisên El Îbrahîm heye û têkildarî mijarê got: "Hinartina berhema daran, delîl e ku me rêgeza xwetêrkirinê li herêma xwe ji fêkiyan peyda kiriye. Me nehişt fêkiyên biha ji derve bên herêmê."

El Îbrahîm wiha domand: "Me dest bi çinîna hebên mezin ên xoxan kir û ên biçûk hişt heta dikemilin."

Her wiha El Îbrahîm diyar kir ku gelek cureyên fêkiyan hene ku dê di çend rojên bê de piştî kemilîn, berhev bikin, wekî mişmiş, gûz, behîv, tirî, hinar û hirmî.

PEYDABÛNA DERFETÊN KAR

El Îbrahîm got: "Ji ber ku herêmên me yên çandiniyê ne, derfetên kar baş in. Mînak; di mewsima çinîna fêkiliyan de pêwîstî bi karkeran heye. Karê di nava zeviyan de domdar e, yanî her demsal kar heye."

El Îbrahîm da zanîn ku dahata çandiniyê baş e û her cotkar pê debara xwe dikin.

Daneyên teqez ên têkildarî hejmara darên fêkiyan û yên zeytûnan li kantonê tune ne. Lê Desteya Çandiniyê û Avdanê ya Reqayê plansazî daniye ku piştgiriya vê cureya çandiniyê bike û bi hevkariya Nivîsgeha Plankirinê û Serjimariyê, hejmara daran diyar bike.

(şx)

ANHA