Pêşniyarên ji bo pêşxistina wêjeyê 

Encamnameya Hefteya Wêjeyî hat diyarkirin. Di encamnameyê de ji po pêşxistina qada wêjeyê gelek pêşniyar hatin kirin.

Pêşniyarên ji bo pêşxistina wêjeyê 
12 gulan, 2024   15:49
QAMIŞLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, encamnameyê çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya ku di navbera 27’ê Nîsanê û 2’yê Gulana 2024’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cezîrê hatibû lidarxistin, eşkere kir. 

Encamname wiha ye:

“Di Hefteya Wêjeyî de mijarên “Nivîs û weşan:  Aso û derfet li gel zehmetî û kêşeyan, wêjeya zarokan, Nebûna rexneyê û bandora wê ya li ser jiyana çandî û wêjeyî” hatin gotubêjkirin.

Di encama gotubêjan de ev pêşniyar hatin kirin:

-1  Pêwîst e komxebatên taybet, ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşê ciwan li ser prensîbên hunera nivîsînê û afirînerî bêne lidarxistin.

-2 Xebat were kirin ji bo piştgiriya çapkirin û weşana pirtûkên zimannasî yan jî ferhengan bi zimanê kurdî, ji ber ku pêwîstiya nifşê ciwan bi wan heye.

- xebatên çapkirinê baştir bêne şopandin da ku asta çapê ya teşe û naverokê were pêşxistin.

- Guhdana bi wêjeya zarokan di pirtûkên dibistanê de,

- Her wiha guh bidin mijarên zanistî yên hemû beşên zanistê.

- Ji bo wêjeya zarokan stratejiyên demdirêj werin pêşxistin.

- Derxistina kovarên pêbawer ên ku dikarin kesayetiya zarokê bi hêz bikin.

- Avakirina pirtûkxaneyan ji bo zarokan.

- ji bo zarokan stranên vîdyoyê werin çêkirin (videoclip).

Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin jî ev bûn:

-  Piştgirîya rexnegiran bi rêya saziyek an projeyekê, da ku ji bo rexneya wêjeyî bingeh bê avakirin

-  Saziyên çandî û ragihandinê bi fermî xwedî li tevgera rexneya wêjeyî derkevin û dayîna cihekî guncaw ji bo rexneya wêjeyî di dezgehên ragihandinê de.

- Têvedan û piştgiriya çalakiyên xwendina rexneyî yên ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve têne lidarxistin û piştgirya hemû hewildanên rexneyî ji bo pêşdebirina xebata rexneyî.”

- derxistina kovarên rexneyî.

- xelatkirina berhemên rexneyî yên binirx.

 ANHA