Li Amûdê `Baxçeyê Jinê` hate vekirin
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Amûdê bi boneya Roja Dayikan baxçeyek bi navê `Baxçeyê Jinê` vekir.
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Amûdê bi boneya Roja Dayikan a Cîhanê baxçeyek vekir.
Baxçe bi navê ‘Bexçeyê Jinê’ ye, rûbera wê donimek e. Di baxçe de tevî dar û beran, pêlîstokên zarokan hatine danîn.
Di merasîmê vekirina baxçe de şêniyên Amûdê, xebatkarên Şaredariya Gel, endamên Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.
Baxçe bi destê hevseroka Şaredariya Gel a Amûdê Nîroz Elî hate vekirin, piştre şêniyan govend gerand.
)sb(
ANHA