Li Tirbespiyê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li bajarê Tirbespiyê cenazeyê jinekê di mala wê de hat dîtin. Li gorî raporên destpêkê, sûcekî kuştinê hatiye kirin.

Li Tirbespiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
11 gulan 2024   14:14
QAMIŞLO

Duh (înê) li Tirbespiyê ya kantona Cizîrê cenazeyê Emîne Îbrahîm Misto ya 75 salî li mala wê hat dîtin.

Li gorî raporên pêşîn ên tiba edlî, Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê û Dozgeriya Giştî ya Tirbespiyê ku li cihê bûyerê lêkolîn kirine, sûcekî kuştinê çêbûye.

(bb)

ANHA