YNK: Me ji bo paşxistina hilbijartinan tu lihevkirinek nekiriye

Endamê Rêveberiya YNK’ê ragihand ku ger YNK ji bo paşxistina hilbijartinê razî bûya, wê dewleta Tirk a dagirker zextên xwe yên li ser Silêmaniyê kêmtir bikira.

YNK: Me ji bo paşxistina hilbijartinan tu lihevkirinek nekiriye
12 gulan, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî derbarê helwesta YNK’ê ya ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji medya YNK’ê re axivî.

Letîf Nêrweyî behsa helwesta hizba xwe ya ji bo hilbijartinê kir û got; “Em di pêkanîna hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistan ya di dema xwe de bi israrin û me ji bo paşxistina hilbijartinê jî tu lihevkirinek nekiriye.”

Letîf got ku eger wana ji bo paşxistina hilbijartinê lihevkirinek kiriba, wê Hikumeta Tirkiyeyê zextên li ser Silêmaniyê jî kêmtir kiriba.

Hêjayî gotinê ye 10’ê Hezîrana îsal ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibû diyarkirin, lê îro serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ewê di demek nêzîk de, dîrokek nû ji bo hilbijartinê diyar bikin. Bi vî awayî tê payîn carek din hilbijartin bê paşxistin.