Di êrişa Îsraîlê de 2 fermandarên Hizbullahê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Li gorî çavkaniyan, 2 fermandarên Hizbullahê û 2 kesên din hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 2 fermandarên Hizbullahê hatin kuştin
9 gulan, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Lubnanê, artêşa Îsraîlê li ser rêya bajarokê Bafîle yê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encamê de kuştî çêbûne. 

Saziya Parastina Sivîlan a Lubnanê ragihand ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin.

Li gorî Sky News Erebiya, êriş bi 5 moşekên ku balafireke bêmirov a Îsraîlê avêtine, pêk hatiye.

Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku fermandarên Hizbullah Ehmed Hesen Matûq û Elî Hemze hatine hedefkirin.

(bb)