Li Eyn Îsayê ji ber topbaranê şewat derket

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şewat li gundê Seyda yê bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê derket.

Li Eyn Îsayê ji ber topbaranê şewat derket
12 gulan, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi obîsan topbaran kir. Di encama topbaranê de derdora malên welatiyan û darên berhemdar şewat derket û ziyayên mezin çêbûn.

Tevahî aliyên têkildarî û tîmên rewşên awarte yên ji aliyê Meclisa Bajarê Girê Spî ve hatine avakirin seferber bûne.

(bb)

ANHA