Îsraîlê 100 êrişên hewayî li Xezayê pêk anîn

Li gorî medyayê filistînî, artêşa Îsraîlê zêdekirî 100 êriş li dijî kampa Cibalya ya bakurê rojhilatê Xezayê pêk anîn û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Îsraîlê 100 êrişên hewayî li Xezayê pêk anîn
12 gulan, 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên filistînî ragihandin ku balafirên Îsraîlê  di çend saetên dawîn de zêdekirî sed êriş li kampa Cibalya ya bakurê rojhilatê Xezayê pêk anîn. Her wiha diyar kir ku balafirên keşê bi nizmî li ser asîmanê kampê digerin.

Hate ragihandin ku Îsraîlê kampa nû ya li Nisêrat a naverasta Xezayê bi dijwarî bombebaran kir.

Rojnameya Jerusalem Post a îsraîlî jî ragihand ku li devera Esqelanê muşekek li malekê ket. Li gorî rojnameyê di vê êrişê de  3 kes sivikî birîndar bûn û ziyanên mezin çêbûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WFA), artêşa Îsraîlê barbanga îro gelek deverên Xezayê bombebaran kirin. WFA’yê ragihand ku di encama bombebaranê de hejmarek welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

(bb)