Meclisa QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist

Meclisa Leşkerî ya QSD`ê civîna xwe ya asayî li gel meclisên leşkerî yên kantonan li dar xist.

Meclisa QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
10 gulan, 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û fermandarên meclisên leşkerî yên tevahî kantonan û komên leşkerî, tev li civîna asayî ya Meclisa Leşkerî ya QSD`ê bûn.

Di civînê de raporên meclisan û saziyên leşkerî yên 4 mehan hatin xwendin.

Li gorî malpera fermî ya QSD`ê, di civînê de geşedanên leşkerî, astengiyên li herêmê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên domdar de derdikevin, êrişên çeteyên DAIŞ`ê û hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê saziyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê ve, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de li hember êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker teqezî bi girtina tedbîran hate kirin û hate diyarkirin divê têkiliyên dîplomatîk bi aliyên navneteweyî re bi pêş bikevin, bi taybet aliyên ku bandorê li aloziya Sûriyeyê dikin û wan teşwîq bikin ku guh nedin fişar û şantajên dewleta Tirk.

Di civînê de, rapora Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya têkildarî êrişên hêzên hikumeta Şamê hate xwendin û hate diyarkirin ku li hember wan êrişan, hêzên leşkerî dê mafê parastina rewa bi kar bînin.

Her wiha di civînê de rewşa rêxistinî jî hate nirxandin û encamên perwerdeya fikrî û leşkerî, girîngiya rola akademiyên leşkerî ji bo pêşxistina şervanan hatin gotûbêjkirin. Bang li fermandaran hate kirin ku dewreyên perwerdeyê zêde bikin, fermandar û kadroyên pispor ji tevahî beşan bigihînin.

Di civînê de biryar hate dayîn ku têkildarî rewşa kesên ji erka xweparastinê xwe dane alî, lihevhatin bên kirin û ji aliyê saziyên têkildar ve der barê vê mijarê de perspektîf bên diyarkirin.

Her wiha di civînê de bang li meclisan hate kirin ku tev li parastina berhemên çandiniyê bibin.

Di dawiyê de plansaziya hêzên leşkerî hate diyarkirin.

(şx)

ANHA