Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin

Bi sedan şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin
Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin
Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin
Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin
Şehîd Esed Şêxo hat oxirkirin
11 gulan, 2024   21:27
QAMIŞLO

Di merasîma oxirkirina şehîd Esed Şêxo de xelkê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer beşdar bûn. Esed Şêxo di 9ˊê Gulanê de di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Girseya gel şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat ve ketin rê.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Xalîse Hacî axivî û rola şehîdan silav kir û got: "Bi fedakariya wan em digihînin îstîqrarî û ewlehiyê."

Xalîse wiha domand: "Divê em li dora armancên şehîdên xwe bibin pireke xurt heta em serkeftinê bi dest bixin."

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)