Kaniyên Minbicê dîsa herikîn

Kaniyên geliyê Herhere yê Minbicê careke din herikîn. Herkîna kaniyan çandin û sewalvanî geş kirin.

Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
Kaniyên Minbicê dîsa herikîn
5 gulan 2024   05:17
MINBIC

Kaniyên geliya Herhûra ya li gundê Hecer El Ebyed ê kantona Minbicê ji ber hişkesalî û kêmbûna baranê ji sala 1983’yan ve zuha bibûn. Zuhabûna kaniyan bandor li gelek qadên jiyanê yên şêniyan kir. Şêniyan ji ber zuhabûna kaniyan neçar diman ku avê ji tankeran bikirin an jî bîran bi qasî 200 metreyan  li hewşên malên xwe yan di erdên xwe yên çandiniyê de bikolin da ku debara xwe bikin.

Li gorî daneyên fermî yên Gerînendetiya Çandiniyê, li kantona Minbicê barana îsal bi rêjeya 447 milîmetreyan bariyaye. Rêjeya îsal a baranê ji ya du salên borî ve baştir . Di encamê de ava bîran zêde bûn û kaniyên ku bi salan zuha bibûn, careke din herikîn. Herkîna kaniyan  çandinî û sewalvanî ku jêderên debara gundiyên Minbicê ye geş bûn.

Şêniyê bi navê Ebid El Derwîş anî ziman ku ji 1978`an li dora gund bi cih bûye  da ku sûdê ji ava kaniyan bigire, lê belê piştî çend salan ew kanî miçiqîn.

El Derwîş destnîşan kir ku di zivistanê debaran baş bariya û 4 kaniyên geliyê Herhûra ji nû ve di rûbareke biçûk de herikîn. Her wiha diyar kir ku bi ava kaniyan sewal û zeviyên xwe av didin.

Li gorî El Derwîş, dema zuhebûna kaniyan ew neçar diman ku bi rêya tankeran avê dabîn bikin ku di her carê de 150 lîreyên Sûriyeyê xerç dikirin.

Di encama zuhabûna kaniyan de, hin xwediyên sewalan, sewalên xwe firotin. Şêniyê bi navê Ebid El Eswad ê ji gundê Hecer El Ebyed got: "Gelek xwediyên sewalan ên ji gundên din tên ser kaniyan ji bo ku avê bidin sewalên xwe. 800 serî pez li cem min hebûn lê  ji br zuhabûna kaniyan min zêdetirî nîvê wan firotin."

(şx)

ANHA