Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê nexweşxaneyeke welidandin û zarokan ava dike. Çav li rê ye ku nexweşxane heta 15 mehên din bikeve xizmetê.

Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir
Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir
Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir
Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir
Rêveberiya Xweser dest bi avakirina nexweşxaneyekê kir
7 gulan, 2024   15:08
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dest bi avakirina nexweşxaneyeke welidandin û zarokan kiriye.

Nexweşxane li taxa Cemaya ya Qamişloyê tê avakirin. Civîn bi amadebûna hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê û cîgira hevserokatiya meclisê Ahîn Siwêd li cihê avakirina nexweşxaneyê pêk hat.

Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Miasir El Ebas û Xalid Dawûd daxuyanî bi erebî û kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina nexweşxaneya welidandin û zarokan yek ji plansaziya jinên endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ye û ev agahî hatin parvekirin: “Nexweşxane ji 3 qatan û pêvekekê pêk tê. Firehiya nexweşxaneyê 2 hezar û 800 metreçargoşe ye. Komîteyên têkildar dest bi xebatên kolandin û avakirina zemîna nexweşxaneyê kiriye. Lêçûna nexweşxaneyê 2 milyon û 45 hezar dolarê amerîkî ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, projeya avakirina nexweşxaneyê dê 465 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA