Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê biryara dewleta Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêveber Abdullah Ocalan re  şermezar kir û destnîşan kirin ku wê tê bikoşin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
12 gulan, 2024   13:09
QAMIŞLO

Desthilata Tirk 7`ê Gulanê bi hiceta "cezayên dîsplînê" hevdîtina malbat û parêzeran li Rêber Abdullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kir. Şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşekê biryar şeremzar kir.

Meş ji pêşiya geraca otobusan a bajarê Dêrikê dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên  "Azadiya fîzîkî û edalet ji bo Rêber Apo " hildan.

Meş li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed axivî û girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê û gelên bindest kir.

Ehmed got: "Desthilatên hegemonîk, azadî, wekhevî û neteweya demokraîtk qebûl nakin, lew ra Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û tecrîda li ser girantir kirin, ji bo ku nehêlin fikrên wê li cîhanê belav bibe. Bi biryarên xwe binpêkirina mafan didomînin."

Ehmed got ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê têkoşîn were xurtkirin.

Endamê Meclisa Bajarokê Til Koçerê Elî Ubeyd, bêdengiya hêz, rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û binpêkirina pîvanên navneteweyî, şermezar kir.

Ubeyd destnîşan kir ku gelê herêmê wê bêdeng nemînin û dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(şx)

ANHA