Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên Zirganê dixin

Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên li rojavayê Zirganê dixin. Topbarana çeteyan a li herêmê 2 roj e didome.

Çeteyên dewleta Tirk agir bi zeviyên Zirganê dixin
10 gulan, 2024   13:09
HESEKÊ

2 roj e çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya El Eydûş a li rojava bajarê Zirganê, zeviyên herêmê dikin hedef û agir pê dixin.

Li gorî agahiyan, ji ber ba şewat ber bi bajarê Zirganê ve firehtir dibe. Şênî û tîmên agirkujiyê amadekariyan dikin ji bo ku şewatê vemirînin.

Çeteyan duh jî li nêzî eniyên şer ên gundewarên Zirganê agir bi zeviyan xistibû.

(şx)

ANHA